'Em ê têkoşîna 50 salî ya bi rihê enternasyonal dest pê kirî bigihînin asta herî bilind'

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Enternasyonal a Rojava Şoreş Ronahî diyar kir ji konferansê ew biryar derketiye, şoreşa Kurdistanê were geşkirin û li cîhanê were berbelavkirin û têkoşîna ku beriya bi 50 salî bi enternasyonalê dest pê kiriye, wê bigi

Şoreş Ronahî diyar kir konferans gaveke dîrokî ye, ji bo ku konsepta navnetewî ya bi armanca krîmînalîzekirina şoreşa Kurdistanê û bi marjînalkirinê dixwazin terorîze bikin, pûç bikin, ew ê xebatên xwe zêdetir bikin.

Konferansa Enternasyonal a Rojava ya Pêşî bi dirûşma, 'Bi rihê têkoşîna enternasyonal a em sala 10'an a Şoreşa Rojava pêşwazî dikin'' bi tevlêbûna sazî û avaniyên enternasyonal ên li Rojava pêk hat.

Şoreş Ronahî yê ku bi eslê xwe Elman e û di Komîteya Amadekar a Konferansê de ye derheqê konferansê axivî.

Şoreş Ronahî diyar kir wan beriya konferansê di nav xwe de nîqaş kirine bê ka ew dikarin li ser çi esasî konferansê bikin, got, têkoşîn û berxwedana li Rojava ya li dijî DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker derfet çêkirine ku têkoşîna enternasyonalîst zindî bikin, di Sedsala 21'ê de bi Şoreşa Rojava re li dijî modernîteya kapîtalîst û faşîzmê derfetên zindîbûn û geşbûnê çêbûne, bi vê çarçoweyê ji 2014'an û wir ve bi sedan hevalên wan ên enternasyonal ji çar hêlê cîhanê tevlî şoreşê bûne, şehîd bûne, birîndar bûne û got, ''Şoreşa Rojava bala wan kişandiye, xwestine ku bibînin, bibin parçeyek ji vê şoreşê, ji şoreşê îlham standine. Bi vê armancê piştî ku li vir xebat kirine vegeriyane welatê xwe, niha jî dixwazin li ser hîmê vê şoreşê û fikir û felsefeya Rêber Apo li welatê xwe xebatan bikin. Ji welat, netew û çandên cuda hatine tevlî vê şoreşê bûne.''

Ronahî bi berdewamî diyar kir bi giştî mîrateyeke enternasyonal derketiye holê, bi vê konferansê wan xwestiye ku li dîrokê xwedî derkevin û got, ''Me hevalên ku li gelek qadên şoreşê xebat kirine anîn cem hev, me nîqaş kir bê ka heta niha çi hatiye kirin, bi çi esasî heta bi îro hatine, hewcehî û berpirsyariyê niha çi ne. Ji bo gavên ku siberojê em bavêjin, şoreşê zêdetir biparêzin û berbelav bikin, ji bo em azadiya hemû gelan û sosyalîzma sedsala 21'ê geş bikin, li ser hîmê Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê ava bikin, em hatin cem hev.''

Ronahî bi berdewamî diyar kir ji gelek neteweyan mirov li konferansê hazir bûne,  ji Emerîkaya Latîn, Emerîkaya Bkaur, ji Başûrê Ewropayê, Bakurê Ewropayê, Esya, ji gelek welatên Rojhialta Navîn, Fransa, Elmanya, Filîpîn, Italya, Brezîlya, Bask-Katalonya, Yewnanîstan, Polonya û Rûsyayê gelek enternasyonalîst li konferansê hazir bûne.

Ronahî got bi xwendina perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi konferansê kirine, rapora xebatê ya enternasyonal a li Rojava hatiye xwendin, tespît û nirxandinên girîng hatine kirin û piştre xebatên enternasyonal ên Rojava hatine nirxandin.

Ronahî diyar kir cara pêşî ye ku bi vî rengî pêşengên şoreşê, enternasyonalên ku li qadên cihê xebitîne hatine cem hev û çend rojan nîqaş kirine, gihaştine encamekê, plansaziyeke hevpar derxistine holê.

‘EV ŞOREŞA MIROVAHIYÊ YE’

Şoreş Ronahî têkilî armanca konferansê wiha axivî:  ''Bi vê konferansê em konsepta navnetewî ya ku dixwaze şoreşa Kurdistanê krîmînalîze bike û bi marjînalkirinê terorîze bike, pûç bikin. Şoreşa Kurdistanê şoreşa me ye, şoreşa mirovahiyê ye. Em ji welatên cihê ne lê me ev rihê têkoşînê û ev hêvî di Şoreşa Rojava de dît. Me hêviya avakirina cîhaneke nû, geşkirina vê, di şoreşa Kurdistanê de, di felsefeya Rêber Apo û lehengiya şehîdan de dît. Bi vê bingehê em li vê xwedî derkevin û di vê rêyê de xebatên xwe bînin asta jor. Girîng e ku mirov xebata berdest hilde asteke jortir. Konferans bi vî rengî pêk hat. Gaveke girîng bû. Bêguman bi vê konferansê dest pê nekir û wê bi vê konferansê neqede jî.

Em vê konferansê ji bo xwe weke serfiraziyekê dibînin. Bi rastî jî girîng bû ku di vê pêvajoyê de bi vî rengî ev konferans were lidarxistin. Lê ne dawiya xebatên me ye. Ev gavek bû, me ev pêk anî. Gavên din li ber me ne. Divê em têkoşînê zêdetir geş bikin.''

‘DEWLETA TIRK TERORÎST E’

Şoreş Ronahî bi berdewamî got, ''Di konferansa me de tecrîda li ser Rêber Apo hate mehkûmkirin. Bang hate kirin li dijî tecrîda li Imraliyê û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîn were geşkirin.Her wiha di konferansê de li dijî ragihandina bi terorîstî ya PKK'ê û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê helwesteke zelal derkete holê. Di vî şerî de terorîst dewleta Tirk e. Têkoşîna Azadiyê li ser xaka xwe, ji bo azadiya gelê xwe û ji bo jiyaneke birûmet têkoşîna rewa dide.

Ji bo me ya esasî ew e ku em vê konsepta li dijî têkoşîna Kurdistanê pûç bikin. Hêzên navnetewî li dijî vê şoreşê şerekî îdeolojîk ê taybet dikin, dixwazin vê şoreşê parçe bikin, suîkastê li pêşengên vê şoreşê dikin, wan bi terorîstî ragihînin û ji aliyê dî ve xwe destekvan nîşan didin, em ê vê konseptê pûç bikin. Ji bo azadkirina Efrîn, Serêkaniyê, Gire Spî û deverên din ên dagirkirî em sazî û avaniyên enternasyonal em ê têkoşînê geş bikin.''

Civînên bi vî rengî divê zêdetir werin kirin, divê em zêdetir nîqaş bikİn. Em ê Rêber Apo û materyalên şoreşê li zimanên cihê wergerînin, em ê nivîsên ji bo nasandina şoreşê hazir bikin.''