Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1979’an de çû qada Sûriye û Lubnanê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî bi girseyî dest bi pîrozkirina Newrozê kirin.
Heta Şoreşa Rojava gel li hemberî êrişên rejîma BAAS’ê li hinek deran şehîd da û wisa Newroz pîroz kir û di sala 2012’an de bi destpêkirina şoreşê re, bi awayekî azad Newroz pîroz kir. Piştî sala 2014’an dema Rêveberiya Xweser hate avakirin jî êdî Newroz bi heybet hatin pîrozkirin. Di Newroza sala 2022’an de jî ev îrade derket lûtkeyê û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re azadî ji Abdullah Ocalan re xwestin.
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Huso yê ku di salên 1984 û 1985’an de tevlî Newrozên pêşîn ên li Efrîn û Helebê bûbû û di amadekariya wê de cih digirt, di Newroza sala 2022’an de jî li Şehbaya Efrînê û li taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî tevlî Newrozê bû.
Xerîb Huso diyar kir ku bi saya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ruhê Newrozê hatiye Rojava û îradeya di Newrozê de ji ANF’ê re qal kir.
BAASÊ NEWROZ QEDEXE KIRIBÛ
Xerîb Huso diyar kir ku li Sûriyeyê bi salan pîrozkirina Newrozê qedexe bû û kesên Newroz pîroz kirine jî dihatin girtin, êşkence li wan dihat kirin û dihatin qetilkirin. Xerîb Huso got “Di sala 1986’an de li Şamê dema Newroz hate pîrozkirin hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê êriş kirin û Silêman Adî hate qetilkirin. Salek piştî êrişa li Şamê li taxa Haydariye ya Helebê jî rejîmê êrişî pîrozbahiyên Newrozê kir lê gel li ber xwe da. Rejîmê piştre gelek kes girt.
Di sala 1988’an de jî rejîma Baas biryarnameya nimreya 104’an weşand û 21’ê Adarê wekî Roja Dayikan îlan kir û hemû çalakiyên ji xeynî vê qedexe kir. Piştî serhildana 12’ê Adara 2004’an êrişên li ser kesên Newroz pîroz kirine jî zêde bû, di sala 2008’an de jî 3 ciwanên ku li ber mala xwe agir dadidan jî qetil kir.
BI ŞOREŞÊ RE NEWROZ BÛ YA HEMÛ GELAN
Bi Şoreşa Rojava re gelê Kurd, dostên gelê Kurd ligel şer jî bi awayekî azad Newroz pîroz kirin. Piştî avabûna Rêveberiya Xweser jî hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî girseyî Newroz pîroz kir.
Di sala 2015’an de di şeva Newrozê de li Hesekê êrişeke terorî hate kirin. Di vê êrişê de 53 kes mirin û 130 kes jî birîndar bûn. Gelê Rojava jî peyam dan ku wê tu êriş nikaribe îradeya wan bişkîne.”
‘REJÎMÊ NEDIHIŞT EM AGIR JÎ VÊXIN’
Xerîb Huso diyar kir ku di salên 1960-1970’an de li Rojava di Newrozê de bi tenê vêxistina agir mabû û got “Bi tenê çanda vêxistina agir mabû. Wê demê li ser çiyayên Efrînê û li Helebê jî li taxên Kurdan agir dihat vêxistin. Ew jî bi dizî dihate kirin. Rejîmê hemû muxtar, asayîş û îstîxbaratvanên xwe li gund û taxan belav dikir da ku Kurd agir vênexin. Kê agir vêxidixist jî derbarê wan doz dihat vekirin. Di wan demê de mala me li gundê bi navê Qestel Cindo yê Êzidiyan bû. Ev gundekî Efrînê bû. Ciwan bi dizî diçûn ser çiyayê Parse Xatûn û agir vêdixistin. Dema me didît bi şev agir tê vêxistin em gelekî kêfxweş dibûn. Me nedikarî li mala xwe mûmekê jî vêxînin.”
RÊBER APO EM BI NEWROZÊ DAN NASKIRIN
Xerîb Huso diyar kir piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1979’an de hat qada Sûriye û Lubnanê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî bi girseyî dest bi pîrozkirina Newrozê kirin û got “Rêber Apo pîrozbahiya agir tevî agirê têkoşînê ji me re anî. Bi ruhekî azad, îrade û têkoşîna li hemberî dagirkeriyê em bi Newrozê da naskirin. Beriya Tevgera Azadiyê ya Kurdan li Rojava Newroz bi girseyî nedihat pîrozkirin. Tirs hebû. Bi dizî agir dihat vêxistin lê mirov nedikarî werî ba hev. Rêber Apo dema hat Rojava Newroz êdî wekî rojeke berxwedan û roja serfiraziyê, wekî cejneke neteweyî hate kirin. Di salên 1979-1981’an de hinek mirovên ji Efrînê li Lubnanê ji dewletê re leşkerî dikirin. Dema dihatin malê digotin ‘Em çûne pîrozbahiya Newrozê’ Dema kal û pîran dipirsî kê pîroz kiriye. Digotin ‘Kurdên li Tirkiyeyê’ yan jî ‘Apoyiyan’. Pîrozkirina Newrozê ya li Lubnanê wekî çandekê derbasî Rojava bû.”
Huso qala Newrozên di salên 1984 û 1985’an ên li Efrînê kir û got “Her çiqas ne qelebalix be jî me pîrozbahiya girseyî ya Newrozê li Qitixa Efrînê kir. Ew der li ber avê bû û dar lê hebûn. Li gorî fikra min dema serokên partiyên siyasî û sekreterên giştî yên li Rojava Rêbertî nas kirin û pê re rûniştin, dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Rêber Apo dema hat qada Lubnan û Sûriyeyê civak ji xwe re esas digirt û bi partiyên siyasî yên Kurdan re rûdinişt. Bi van partiyan re li ser dagirkeriya li ser Kurdistanê û îradeya gelê Kurd danûstendin dihat kirin. Diyalogên bi Rêber Apo re hêz û ruh dan van partiyan û di sala 1984’an de Newroz hate pîrozkirin. Ne Newrozeke bi rêxistinkirî bû û slogan jî tunebû. Stran dihatin gotin û govend dihat gerandin.
Di salên 1984-1985’an de milîtanên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatibûn Efrîn û Helebê û di nav gel de dixebitîn. Min jî di wan salan de heval nas kir. Ji me re qala berxwedana dîrokî ya Zindanên Amedê, çalakiya heval Mazlûm Dogan û stratejiya tevgerê û rola Rêber Apo dikirin. Di 21’ê Adara 1985’an de em welatparêzên Apoyî yên li Efrînê çûn Nebî Xurî. Welatparên ji Helebê hatibûn. Komeke me ya muzîkê hebû. Stranên Koma Berxwedan digotin. Stranên li ser têkoşîna gerîla digotin. Di destê me de wêneyê şehîdên Berxwedana Zindana Amedê hebû. Ew wêneyên biçûk yên reş û spî bûn. Me wêne daliqand me dît gel tê û sloganan berz dike. Di dîroka Efrînê de cara pêşîn sloganên ‘Bijî Kurd û Kurdistan’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî gerîla’ dihat berzkirin. Em bi qasî du hezar kesan bûn. Piştre komên din ên ku dengê muzîk û sloganê bihîstin hatin ba me û hejmara me zêde bû.
HELEBÊ DEST BI LIDARXISTINA NEWROZÊN BI HEYBET KIR
Xerîb Huso diyar kir ku sala 1986'an pîrozbahiyên destpêkê yên Newrozê yên li Helebê li du deverên cuda hatin lidarxistin û li ser pîrozbahiyên Newrozê û êrişên dewleta Sûriyeyê wiha axivî, "Heleb cihekî mezin bû. Ji ber vê yekê me biryar dan ku li du deverên cuda pîrozbahiyê bikin. Ji bo taxên li rojhilatê Helebê me girekî mezin ê li dora Haydariyeyê destnîşan kir. Ji bo taxên li rojavayê Helebê jî me qada 'Hakîl Ramî' ya li Şêxmeqsûdê diyar kir. Li van herdu qadan beriya meh û nîvekê amadekariyê dest pê kir. Çend roj beriya Newrozê yên ku amadekarî dikirin û girseya gel li derdora van qadan bi cih bûbûn. Nêzî 100 hezar kes tevlî pîrozbahiyên destpêkê bûn.
Sala 1987'an bi şev em çûn Hakîl Ramî û me kevir paqij kir. Serê sibehê dewletê êrişî me kir û hewl da dest deyne ser wesayitên ku me yê di Newrozê de bi kar bianîna. Me jî bi keviran bersiv dan. Piştî saetek, du saetan hêzeke gelekî mezin kete qadê. Hejmara me û kevirên me têrê nedikir, em neçar man belav bibin. Piştre li dijî yên ku Newroz bi rêxistin kirin sîxur xistin nava liv û tevgerê. Wê demê gelek mirovên me hatin girtin û darizandin. Gelek mirovên me hatin sirgûnkirin. Me êdî li wir nekarî Newrozê pîroz bikin. Ji sala 1988'an û pê ve Newroz hemû me li Hakîl Ramî ya Şêxmeqsûdê tevî gelên Helebê pîroz kir. Ji wê demê û pê ve Newroz ji bo Efrîniyan û Helebiyan veguherî çandekê. Hemû gel dihatin. Navê wî girê li Hadariyeyê ji sala 1987'an û pê ve di nava gel de bû 'Çiyayê Newrozê'.
'GIRSEYAN DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN'
Xerîb Huso ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li Şehba û taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû, peyama gelên li Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Efrîniyan wiha nirxand: "Newroza 2022'an li herêmên me bi girseyî û gelekî bi coş derbas bû. Felsefeya Rêber Apo di tevlîbûna vî gelî de şênber bû. Ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Şamê bi girseyî derbas bû. Bi dîtina min her kesî got, 'Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe ne jiyan ne jî siyaset dibe'. Vê tevlîbûnê raxist pêş çavan ku kaosa li cîhanê encama krîza siyasî ye; çareseriya herî maqûl û rast jî bi wan civakan re ye ku ji bo azadiyê têdikoşin. Mînaka herî şênber a vê yekê Newroza Şehbayê ye. Li Şehbayê nêzî 100 hezar Efrînî koçber bûne. Ji aliyê cîhanê ve hatiye jibîrkirin û ji ber êrişên dewleta Tirk metirsiyeke mezin li ser wan heye. Ti saziyên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî xwedî li vî gelî dernakeve. Lê belê bi îradeya xwe ya azad bi hêviya rizgariya Efrînê ji dagirkeriyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Newroz bi coş pîroz kirin.
Heman tişt ji bo Helebê jî derbas dibe. Bi sed hezaran Kurd, Ereb, Ermen, Suryanî, Helebî, Tirkmen hemûyan bi hev re bi coşeke mezin û yek dirûşmê Newroz pîroz kirin. Ez jî li Newroza Helebê bûm, min coşa girseyê dît. Ez li Helebê tevlî gelek Newrozan bûm, lê belê 11 sal in min Newrozeke ewçend bi coş û girseyî nedîtibû. Min dît ku kes nikare îradeya gelan bişikîne. Ji sibehê heta êvarê li ser piyan bûn, bêrawestan ji bo azadiya Rêber Apo dirûşm qîriyan. Ji ber ku Rêber Apo hêviya jiyana azade a gelan e. Haya gelan hemûyan ji vê heye. Bi rastî jî 50 salên zêrîn ên Tevgera Azadiyê ya Kurd û serketina Rêber Apo bi vî gelî hate vegotin."
4'Ê NÎSANÊ JÎ WÊ BI HEMAN BIRYARDARIYÊ BÊ PÊŞWAZÎKIRIN
Xerîb Huso destnîşan kir ku Hefteya Lehengiyê û 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan jî wê bi heman ruh, coş û biryardariyê bêne pêşwazîkirin û got, "Dibe ku Kurdan beriya 2 hezar û 634 salan pêşengî ji serketina Newrozê re kirin. Lê belê gelên din ên Mezopotamyayê jî hevparê vê serhildan û serketinê ne.
Me berê digot gelên Mezopotamyayê, em niha dibêjin 'Gelên Rojhilata Navîn'. Îro gelên Rojhilata Navîn bi ruhê berxwedanê, lehengî û felsefeya Rêber Apo re dibin yek. Bi Newrozê re ruh û destaneke nû derdikevin holê. Îradeya azad, ji bo jiyaneke hevpar a azad têkoşîn derdikeve pêş. Vê yekê jî peyam da dewletên dagirker ên faşîst, peyam da hêzên navneteweyî yên tevlî krîza Sûriyeyê bûne. Bi vê biryardarî û îradeyê, gel wê wê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û gelê me bê pêşwazîkirin."