Cenazeyê şehîd Bekir li Helebê hat veşartin
Bi tevlêbûna sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê Endamê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) Bekir Bekir ku di 22’ê Adarê de şehîd bûbû hat veşartin.
Bi tevlêbûna sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê Endamê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) Bekir Bekir ku di 22’ê Adarê de şehîd bûbû hat veşartin.
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclis, komîn û HPC’ê tevlê merasîma veşartina cenazeyê şehîd Bekir bûn.
Şêniyan bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên silavkirina şehîdan cenazeyê şehîd Bekir şehîd ji nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê wergirtin.
Karwana şehîd li tevahî kolanên beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê geriyan û piştre berê xwe da ber Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf a Helebê.
Li goristanê, endamên HPC’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmeke leşkerî lidar xist, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir axivî û wiha got: "Şehîd Bekir parastina taxa Şêxmeqsûd kir, bi şev û roj parastina gelê xwe kir heta gihaşt asta şehadetê."
Li aliyekî din jî endamê rêveber ê HPC’ê ya Şehba û Helebê Arif Menan jî axivî û anî ziman: "Şehîd tiştên herî pîroz in, ne ji têkoşîn û fedekariyên wan bûya em nedigihaştin vê qonaxê. Bi saya şehîdan gelên herêmê Kurd, Ereb û Suryan bûn yek û li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe dan."
Menan axaftina xwe wiha domand: "Di êrişên li ser taxa Şêxmeqsûdê de, hemû pêkhate û etnîk li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bûne yek û welatî tevlê HPC’ê bûn ku li gel şervanên li eniyên şer parastina taxa xwe bikin."
Piştî ku nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin, cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.