Li Efrînê di nava hefteyekê de 6 kes hatin revandin

Di nava hefteyekê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 6 kes revand.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gund û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî di 6 rojên derbasbûyî de 6 welatî revandin.

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê, îstixbarata dewleta Tirk di 19'ê Adarê de 2 welatiyên ji navçeyên Bilbil û Şera ku li navenda kantona Efrînê diman, revandin.

Hate ragihandin Îsam Mistefa Mihemed ji gundê Qeregulê yê Bilbilê û Mistefa Eyûb Hiso ji gundê Meydankê yê Şerayê hatine revandin.

Heman çavkaniyan ragihand ku heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e, her du welatî jî zêdetirî 3 salan di girtîgeha Raiyê de hatibûn girtin.

Çavkaniyan ragihand ku çekdarên nenas di 20'ê Adarê de jina ciwan a bi navê Fîdan Ehmed Yazo ji gundê Çema yê Şerayê yê di bin kontrola çeteyên Silêman Şah (El-Emşat) de, revand û di berdêla serbestberdana wê de 20 hezar dolar xwestine.

Bavê Fîdan Ehmed Yazo beriya 6 mehan ji aliyê çeteyên Polîsên Leşkerî ve hatibû revandin.

Her wiha çeteyan di 21'ê Adarê de ciwanê bi navê Bekir Emîn Xebû (30) ji gundê Umero yê navçeya Raco li nuqteya kontrolê ya taxa Mehmûdiyê revand û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çeteyên Polîsên Leşkerî di 22'yê Adarê de 2 ciwan ku yek ji wan ji gundê Gemrûkê ye, revandin û navên wan wiha ne: Ednan Ebdo Şêxo (61) û Hesen Ebdo Şêxo (50) salî û ew birin cihekî nediyar.