Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed bi wesîleya salvegera rizgarkirina Baxozê ji ANF'ê re axivî.
Piştî serketian Baxozê ku dagirkeriya DAÎŞ'ê lê hate bidawîkirin, qonaxeke çawa dest pê kir?
Ji sala 2019'an û vir ve gelek operasyonên serketî û bi bandor hatin kirin. Bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li herêmên derdorê jî operasyon hatin kirin. Operasyon têrker nebûn. Zemînek heye ku karibin xwe li ser birêxistin bikin. Li herêmên me gelek êrişên bi wesayitên bombebarkirî, êrişên hevdemî û koordîneyî çêbûn. Êrişa li ser girtîgehê mînaka berbiçav e bê çawa xwe ji nû ve bi rêxistin dikin. Neqediya ne, ji bo êrişê hîn jî hewl didin. Di dema derbasbûyî de Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYE, Îngilistan û Fransayê hin kar kir, lê têrker nebû. Têkoşîna me bi her awayî dewam dike. Ji xwe eger ne ji operasyon û hewldanên me bûya wê DAÎŞ ji nû ve bibûya gefeke gelekî mezin. DAÎŞ li Iraqê bi rengekî çalak êrişan dike, li herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ne jî hîn çalak e.
Dewleta Tirk ji bo çalakbûna DAÎŞ'ê zemîneke çawa pêşkêş dike?
Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî heye. DAÎŞ xwe li wê derê bi rêxistin dike, perwerdeyê dibîne û plan dike ku êrişan bîne ser herêmên me. Herî dawî Ebûbekîr Bagdadî û yê piştî wî Abdullah Kardaş hatin kuştin. Ev yek nîşan dide ku berpirsyarên DAÎŞ'ê hemû li van herêman bi cih bûne. Eger xwe li wê derê ewle nebînin nepêkane ku li wan herêman bimînin. Ev mijareke girîng e.
Di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de ji bilî dewleta Tirk ti astengî hene?
Derfetên kêm ên Rêveberiya Xweser ku bi tenê hatiye hiştin, her wiha piştgiriya netêrker dike ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê tam encamê bi dest nexe. Ji bo yên li kampan li welatên xwe vegerin gelek caran bang hatin kirin, lê belê hejmareke gelekî kêm ji wan DAÎŞ'iyan birin. Piraniya wan hîn jî li vir in. Ev dever deverên herî metirsîdar in. Ji ber vê yekê dema derbasbûyî li Kampa Holê operasyon hatin kirin. Ew der weke kampeke ku sivîl lê dimînin nîşan dan. Tiştên weke 'Kampa sivîl e, neheqî tê kirin' gotin. Ev yek di çapemeniay cîhanê de gelek caran hate dîtin. Yên ku vê dibêjin piştgiriyê didin DAÎŞ'ê û fikrê wê.
Piştî êrişa li ser Hesekê guhertinek çênebû?
Di asta tê xwestin de gav nehate avêtin. Gelek mijar têne nîqaşkirin, lê belê di bicihanînê de lawazî û xemsarî heye. Dawiya dawî piştgiriya pratîkî qels e, têrker nîne. Bi hezaran girtî hene, girtîgeha ku hatiye çêkirin wê têra çi bike? Perwerdekirina çend kesan wê têra çi bike? Derfetên madî têrê nakin. Ewqas girtî hene, ewqas kamp hene. Em qala bi deh hezaran kesî dikin.
Piştgiriya ku pêwîstiya we pê heye çi ye?
Yên ku welatiyên xwe di nava DAÎŞ'ê de hene bila wan bibin. Yên nikarin bibin qet nebe bila piştgiriyê bidin me. Ev herêm divê were parastin. Di nava ewqas êrişan de hebûna ewqas girtiyan, ewqas malbatên DAÎŞ'î, ewqas zarok tê wateya artêşek ji bo dema bê. Bêperwerde mezin dibin. Ev yek ji bo tevahiya cîhanê metirsiyeke nû ye. Divê cîhan hemû bi vê zanibe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Piştgiriya madî, manewî, siyasî, leşkerî û bi her awayî pêwîst e.
Piştî êrişa li ser girtîgehê di çapemeniyê de hate weşandin ku li herêmê timî operasyon hatin ikrin. Hûn dikarin qala têkoşîna xwe ya di nava vê demê de bikin?
Ji êrişan û vir ve operasyonên li dijî şaneyên veşartî dewam dikin. Hem li dijî DAÎŞ'ê hem jî li dijî piştevanên wan bi her awayî operasyon dewam dikin. Di heman demê de piştgiriya MÎT'ê ya ji bo DAÎŞ'ê vê dema dawiyê careke din xwe nîşan da. Bi heman zîhniyet, nêzîkatî û armancê êriş dikin. Lewma operasyonên me li hemberî wan dewam dikin. Êrişên dewleta Tirk nesekinînin. Li hemû herêman hêzên me hesas û bi berpisyarî tevdigerin. Hem civak hem jî em. Ji bo pûçkirina van hewldanan têkoşîna me wê dewam bike. Nikarin daxwaz û îradeya me bişikînin.