Konferansa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi dirûşma "Jinên li Sûriyeyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de êşan dijîn" li bajarê Qamişlo dest pê kir. Di konferansê de ji bo dîwanê damên Meclîsa Jinan Ebîr Hesaf, Stêr Qasim, Sîham Emoke û Xaliya Keçwan hatin hilbijartin.
Di beşa yekmîn a konferansê de Rojnameger Nercis Îsmaîl, mafê axaftinê girt û got:“Di dirêjahiya serdeman de, bi taybet ji dema şoreşa cotkariyê û derketina qezencê di berhemê de, pêşketina têgeha milkiyeta taybet û sermaye mirovahî derbasî serdemeke nû ji nakokiyan bû. Da ku vê milkiyetê fireh bike. Yê bi hêz yê lawaz û milkên wî destser dike. Gelek împratorî yên xwedî hêzeke leşkerî derketin. Ji destpêka sedsala 16’an ve fikrê mêtingeriyê ava dibe û ev jî li gel Ewropayan aşkera bû. Bi şoreşa endustiriyê re pêdiviya împratoriyan bi şerên din hebûn ku sûkan ji berhemên xwe re bibînin û li xebatkarên bi destheqekî erzan bixebtin digerîn."
Îsmaîl anî ziman ku desteserkirina li ser xaka dewleteke din an jî parçeyeke wê bi darê zorê ye û pişt re hikûmet wê hildiweşîne da ku xwe li şûna wê bi cih bike. Îsmaîl, di berdewamiyê de wiha got: "Dibe ku dagirkerî desthilatdariya xwecihî wekî eniyek an jî amûrek ji bo bicihanîna ferman û talîmata dagirkeran bihêle û helbet ev yek wê ji wesifkirina dagirkeriyê dûr naxe, lê ew yek ji şêwazên wê ye. Dagirkerî bi xwe çend şêweyên wê hene. Weke dagirkeriya çandî, aborî û medyayê."
Îsmîl, bal kişand li ser sûcên dewleta Osmanî û ev tişt got:“Împratoriya Osmanî kaxiza olî bi kar anîn û gelek sûcên bi navên vekirinên îslamê li dijî gelan pêk anîn. Hîna jî dewleta Tirk li hember parçeyên Kurdistanê vê yekê bi kar tîne. Dewleta Tirk sûcên li dijî herêma Başûrê Kurdistanê berdewam dike, çekên giran li dijî wê bi kar tîne. Zêdetirî 20 baregehên leşkerî di kûrahiya herêmê de ava kirine. Nêzî 300 gund topbaran kirin û ji şêniyên wê vala kirin. Sivîlan hedef digire û bi dehan jî şehîd xistin. Destê dewleta Tirk di kûrkirina krîza Sûriyê û veguherandina Sûriyê ber bi çiraveke xwînê ve ku bi milyonan sûrî daqurtandine; ji şehîd, birîndar, koçber û penaberan, dirêj û yekser bû. Sedema destwerdana dewleta Tirk Ii Sûriyê gelek in, ji wan jî siyasî û aborî ne mîna gaza Qeterê ku diviyabû di xaka Sûriyê û Tirkiyê bigihîşta Ewropa. Her wiha dijminatiyeke neteweyî ya kevn ji gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen re heye.“
Rêvebera Foruma Samî ya Sûriyê Esma Kisar jî bi dîmen beşdarî konferansê bû û bal kişand li ser zilma li ser jinên Sûriyeyê piştî dagirkeriya dewleta Tirk û windakirina zarokên wan û êş û azarên jinan di salên dawî de, sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî jinan jî cih digirin.
‘JIN TÊN QETILKIRIN‘
Piştre endama Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Mecdolîn Hesen, bi rêya onlînê beşdar bû û rewşa jinên li herêmê û bi taybet li herêmên dewleta Tirk dagir kirine û wiha got: "Tu qanûn û azadî tune ne. Jin ji aliyên etnîkî, cinsî û çandî ve tên qirkirin."
TUNDÎ Û ÎSTÎSMAR
Di beşa civakî de endamên Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Taz Başa, Corgêt Bersûm û Endama Jinan a Idlibê El Xedra Sefa Taha beşdarî meclîsê bûn.
Beşa duyemîn ji hêla endama nivîsgeha Jinan a PYD’ê Taz Başa û endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Corgêt Bersûm ve hate xwendin.
Di beşa rewşa civakî de bûyerên li Sûriyê û bandorên li ser jinan ji aliyên tundî û bikaranînê û destdirêjiyên li ser wan hatin nîqaşkirin.
Jinên ji hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke bingehîn û pêşeng di dirêjahiya 11 salan ji krîza Sûriyê de list. Piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê jinan xwe di aliyên siyasî, fikrî, leşkerî û rêvebertiyê de bi rêxistin kir û li hember hemû rewş, astengî û dijwariyên li hember xwe rawestiyan.
Di beşa civakî de îşaret bi bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin, bi taybet Efrîn ku bûbû cihê ewle ji hemû sûriyan re û wiha hate gotin: "Lê sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê, bêyî hesab ji NY’yê, biryar û peymanên wê re were kirin, derbeyek li dijî jinên li hember wan sûcan bê deng maye. Sûcên li dijî jinên li Efrîn û herêmên dagirkirî yên din nimûneya vê yekê û binpêkirina eşkere ya qanûna navneteweyî ya mirovan e."
Destdirêjiya cinsî yek ji şêweyên tundiyê li dijî jinan digel dagirkeriyê de ye. Ji ber ew yek mirovahî, taybetmendî, laş û derûniya wê bin pê dike.
XWESTEK Û PÊŞNIYAR
* Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna aştiyeke mayînde, çareseriyek ji aloziya Sûriyê re were dîtin.
* Bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk.
* Parastina sivîlan.
* Rakirina avahiyên hilweşiyayî.
* Ji bo vegerandina koçberên ku bi darê zorê hatine derxistin, garantiyên navneteweyî û vegerandina mal û milkên wan kar bikin.
* Li dijî hemû polîtîkayên li ser jinê, şerê taybet ê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê meşandin û şerê qirkirinê bilindkirina têkoşînê.
* Dewleta Tirk li ser bikaranîna daneyên avê û binesaziyê weke çekekê li dijî sivîlan were sûcdarkirin.
* Avakirina komsiyonekî navneteweyî ya lêkolînê ji bo belgekirina hilweşandina binesaziyê li herêmên dagirkirî.
* Belgekirina sûcên dewleta Tirk û darizandina wan li dadgehên navneteweyî.
Konferans bi nîqaşên di beşa hiqûqê de berdewam dike. Tê payîn ku konferans bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.