Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya DemokratîK (PYD) Aldar Xelîl bersiv da pirsên ANF'ê.
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê di kîjan astê de ye?
Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê di her astê de dewam dike. DAÎŞ nîşaneya şerê li dijî îradeya gelan, azadî, demokrasî û wekheviyê ye, maşika êrişên hêzên mîna dewleta Tirk ên li ser herêmê ye. Dibe ku bi hezaran endamên wê hatin kuştin, ji aliyê leşkerî û siyasî ve hate tunekirin, serweriya xwe li ser xakê nema, lê belê DAÎŞ hîn jî heye. Bi taybetî van demên dawî xwe bi berfirehî bi rêxistin kiriye. Şaneyên veşartî çêkiriye. Hêzên Ewlekariyê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wezîfeyên xwe yên li hemberî van bi cih tînin, lê belê gelê herêmê ji bo parastina ji xetereya DAÎŞ'ê divê di asta herî bilind de piştgiriyê bide.
Hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re dewam dike?
Rastî li holê ye, ji ber ku her kes pê zane, êdî nîqaş jî li ser nayê kirin. Dewleta Tirk bi xwe DAÎŞ'ê xwedî dike, bi rêxistin dike. Ew planên esasî yên DAÎŞ'ê diyar dike. Ji bo li vê herêmê tevlîheviyê bike û kiryarên xwe yên hovane pêk bîne, piştgiriyê dide. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Bab, ji Ezazê heta Idlibê (ev dever ji xwe bûye navenda wan) hemû ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Li van deveran çete têne birêxistinkirin û êrişan dikin. Hate tespîtkirin ku serçeteyên DAÎŞ'ê li nêzî baregehên Tirk in û hatin kuştin.
DAÎŞ ji aliyê tevahiya cîhanê ve weke 'terorîst' tê pênasekirin. Di vê nuqteyê de armanca dewleta Tirk ji vê hevkariyê çi ye?
Cîhan bêdeng dimîne. Ji şoreşa demokratîk û îradeya gel aciz in. Dewleta Tirk xaka Sûriyeyê bi tena serê xwe dagir kir? Eger dewleta Tirk bi hêzên hegemonîk ên navneteweyî re tifaq nekiribûya, bi tena serê xwe ti carî nekarîbû bihostek xaka Sûriyeyê dagir bike. Eger van hêzan çavên xwe li dewleta Tirk negiritbûna, DAÎŞ nekarîbû li nava Iraq û Sûriyeyê ewqasî bi pêş ve biçe. Eger çavên xwe jê re negirtibûna dewleta Tirk li Stenbol, Dîlok û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê nikarîbû ji DAÎŞ'ê re kampan çêbike.
Gelo bêdengiya li bûyerên li herêmên dagirkirî diqewimin ji ber vê ye?
Efrîn çar sal in dagirkirî ye. Demografiya xwe tê guhertin. Gel tê koçberkirin, mirov têne girtin. Kampên çeteyan hatin avakirin. Malbatên çete tên bicihkirin. Li herêmên din ên dagirkirî jî rewş bi heman rengî ye. Gelo kes vê nabîne? Dewletek radibe sîstemeke bi vî rengî ya terorê û hovane mezin dike, xwedî dike. Kuştina serçeteyan li nêzî baregehên dewleta Tirk, metirsiyê ji holê ranake. Yekî nû dixin şûna yê çûyî. Eger bi rastî jî tê xwestin ku ji çeteyên DAÎŞ'ê bê rizgarkirin divê sînorek ji dewleta Tirk re bê danîn. Heta ku dewleta Tirk bi taybetî jî desthilatdariya AKP-MHP'ê hebe, DAÎŞ wê mezin bibe û li ser tevahiya herêmê her tim xetere be.
Qala êrişeke nû ya dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin. Gelo ev pêkan e?
Rojane êriş li dijî me têne kirin. Ji aliyê leşkerî, siyasî, dîplomatîk û aborî ve êriş têne kirin. Ji her alî ve em di bin êrişan de ne. Nizanim ku wê kengî dest bi êrişeke nû ya ji bo dagirkirinê bikin, lê belê em bi vê zanin; Ji bo hilanîna tola DAÎŞ'ê, ji bo têkbirina projeya demokratîk, ji bo afirandina tevlîheviyê di navbera gelên herêmê de û pêşîgirtina li avabûna sîstemeke demokratîk çi jê bê wê bike. Em jî hewl didin xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin û sîstema xwe ya parastinê bi pêş ve bibin.
Di dema êrişa li ser Hesekê de rejîma Baasê li dijî Rêveberiya Xweser hin daxuyanî da. Têkiliyên we yên bi rejîmê re çawa ne?
Rejîm xwe nade ber çareseriyê, diyalogê qebûl nake. Ji dûr ve li meseleyê dinihêre, agahiyeke xwe ya zelal nîne. Ji bo çareseriyê biryar nedaye. Dibe ku daxuyaniyên cuda cuda dide, lê belê em van tiştên demkî esas nagirin. Em nabêjin, 'te ev daxuyanî da, êdî em nikarin li hev rûnên'. Em vê nakin pirsgirêk. Divê em rastiyê bibînin. Rastî ev e; divê em bi hev re vî welatî biparêzin. Em vî welatî aram bikin.