ROJEVA 29'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Mijdara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- Ji bo operasyona rizgarkirina bajarokê Hecînê ji dagirkeriya DAÎŞ'ê, mirovên ji her pîşeyî yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).

- Delegeyên ku tevlî komxebata li Eyn Îsa ya mûxalefeta Sûriyeyê bûn gotin, "Di civîna Astanayê de dewlet li ser berjewendiyên xwe dixivin. Em jî li ser paşeroja Sûriyeyê nîqaş dikin."

- Hikumeta Elman a Federal ragihand, ji bo 35 DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne bînin Elmanyayê, ew hemû alternatîfan dinirxînin. Dibe ku Xaça Sor jî ji bo DAÎŞ'iyan bikeve dewrê.

- Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mûrat Melet got, tecrîdkirina Ocalan polîtîkayeke hikumet û dewletê ye.

- Hunermendê Kurd Diljen Ronî ku bi rêbaza Pop-rock distirê, albûma bi navê "Xewna Derew" pêşkêşî guhdaran kir. Diljen Ronî got, "Kurdan dema ku li Rock a Kurdî guhdarî kirin wê kêfa wan jê re bê, ji ber ku bi zimanê wan ê dayikê ye."