Têkoşîna Kurdan têkoşîna me ye

Li Elmanyayê zêdetirî 70 saziyên civaka sivîl, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û akademîsyenan gotin, "Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku roja 1'ê Kanûnê li ber qedexeya li ser PKK'ê rabin."

Li Elmanyayê zêdetirî 70 saziyên civakî yên sivîl, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û akademîsyen 1'ê Kanûnê roja Şemiyê li paytext Berlînê meşeke navendî li dijî qedexeya li ser PKK'ê, nîjadperestî û qanûna polîsan organîze dikin. Meş wê di salvegera 25'emîn a qedexekirina PKK'ê de pêk were. Gelek partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan, femînîst û komên cur bi cur ên çepgir piştgiriyê didin. Çalakî bi dirûşma "Daxwaza Azadiyê nabe bê qedexekirin, li dijî qanûna polîsan û nîjadperestiyê têbikoşe" pêk tê. Bangewazên çalakiyê gotin, "Em bang li tifaqên fireh ên demokratîk dikin ku 1'ê Kanûnê, li dijî qedexeya li ser PKK’ê nerazîbûn nîşan bidin."

Peyama çalakvanan a ku bi rêya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê xwestin bidin, wiha ye:

DEM DEMA DIJDERKETINÊ YE

Monîka Morres (Nûnertiya Buroya hiqûqê AZADÎ): Xwepêşandana 1'ê Kanûnê, li dijî êrîşên dewletên yên li ser mafên welatiyên xwe, li dijî polîtîkayên zayendîparêz û neyartiyê wê pêk bê. Li dijî van geşedanên ku dewletê ber bi dewleta polîs ve dibe, dem dema dijderketinê ye! Bêguman di vê çarçoveyê de em dixwazin qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin. Ev 25 sal in qedexeya li ser PKK'ê ji bo berjewndiyên derve û hundir tê bikaranîn. Di heman demê de li ser Kurd û dostên wan bûye sedema zext û êrîşên bê mînak. Divê bi vê têkoşîna li dijî qedexeyê re hevdem, PKK ji 'lîsteya terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bê deranîn. Divê armanca hemû mirovên pêşverû ew be ku bi awayekî azad bijîn. Meşa ku wê 1'ê Kanûnê de pêk bê jî ji bo vê ye.

TÊKOŞÎNA KURDAN TÊKOŞÎNA ME YE

Dr. Gîsela Penteker (Berpirsyara Tirkiyeyê ya Hekîmên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî-IPPNW): Tê meraqkirin bê hikumeta federal a Elmanyayê reaksiyoneke çawa nîşanî biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê bide ku di biryarê de hincetên dewletên Yekîtiya Ewropayê neheq hatibûn dîtin. Zext û tundiya polîtîk, zexta li dostên Kurdan û şîdeta polîsan zêde bû. Li aliyê din pirsgirêkên ewlekariyê yên li gelek qadan, mafên azadî û demokrasiyê yên li welatê me tengav dikin. Kurdên li Elmanyayê ji bo me jî şer dikin. Ji ber vê yekê ez ê 1'ê Kanûnê li Berlînê bim.

HÎN BÊHTIR ZEXTA SIYASÎ DIVÊ

Joachîm Legatîs (Endamê Rêveberiya Federal a Sendîkaya Ver.dî): Em; rojnamevan û sendîkavan, qedexeya li ser PKK'ê weke êrîşek li azadiya ramanê dibînin ku azadiya ramanê mafê bingehîn e. Lewma qedexeyê red dikim. Hikumeta federal bi qedexekirina PKK'ê û rêxistinên din ên Kurd re tevlî nêrîna Erdogan dibe. Divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin. Û li ber zexta hikumeta Tirk a li mûxalîfan rabin. Sîxuriya bi rêya DÎTÎB'ê tê kirin pêwîste were qedandin. Ocalan, Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî tavilê bên berdan. Wekî din, ji bo pêşî li êrîşên artêşa Tirk ên li Efrînê û bajarên din ên Bakurê Sûriyeyê were girtin, pêwîstî bi hîn bêhtir zexta siyasî heye.

DIVÊ EM BI KURDAN RE TEVBIGERIN

Anja Sommerfeld (Endama Rêveberiya Federal a Rote Hîlfe): Ji sala 1993'an dema qedexekirina PKK'ê û vir ve em dixwazin ku qedexe were rakirin. Hikumeta federal gav bi gav bi zîhniyeta rejîma Tirk a otorîter û mîlîtarîst tevdigere û hewl dide pêşî li tevgerên şoreşger bigire. Em dixwazin her kesên ji ber 129b hatine girtin tavilê werin berdan. Ev daxwaz ji bo 10 girtiyên ATÎK'ê jî derbas dibe ku bi îdîaya endametiya TKP/ML li Dadgeha Munchenê tên darizandin. Em ê 1'ê Kanûnê li dijî qanûna polîsan, li dijî qedexekirina PKK'ê û li dijî nîjadperestiyê bimeşin. Daxwaza azadiyê nabe ku bê qedexekirin! Hemû hêzên pêşverû yên tevgera çep, Însiyatîfên mafên bingehîn û tevgerên aştiyê girîng e tevlî çalakiyê bibin û em bang li wan dikin. Divê em bi tevgera Kurd re tevbigerin. Rote Hîlfe wê her tim li dijî polîtîkaya qedexekirinê be û li cem aktîvîstên dibin hedefa zext û tundiya polîsan cih bigire.

'DAXWAZA AZADIYÊ NABE KU BÊ QEDEXEKIRIN'

Nîck Braûns (Dîroknas/nivîskar): Dema ku PKK hate qedexekirin ez endamê rêxistineke şoreşger-sosyalîst bûm. Eger wê rojê bigota, têkoşîna li dijî vê qedexeyê wê piştî 25 salan jî bidome, hingî min ê bawer nekiriba. Daîreya Parastina Destûra Bingehîn jî êdî li xwe mikur tê ku PKK hîn xut e. Ev yek nîşan dide ku daxwaza azadiyê nabe bê qedexekirin. Hêvîdar im wê ne tenê Kurd tevlî çalakiya 1'ê Kanûnê bibin. Hêvîdar im tifaqeke demokratîk a berfireh jî li ber qedexeya li ser PKK'ê dengê xwe bilind bike. Qedexekirna PKK'ê hemû demokrat û şoreşgeran eleqedar dike. 25 sal in Tevgera Azadiyê ya Kurd tê şopandin û mafên demokratîk ji dest digirin. Bi vî rengî jî hewl didin 'dewleteke ewlekariyê' ava bikin. Lewma, li dijî qanûna polîsan em 1'ê Kanûnê li Berlînê bin. Biryara Dîwana Edaletê nîşan da ku bicihkirina navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê' bi rêyên demokratîk ji aliyê hikumetên Yekîtiya Ewropayê ve nehatiye kirin. Bi guman im ku ev biryar di pratîkê de xwedî bandor be.

HINCETA QEDEXEYÊ JI HOLÊ RABÛ

Margot Muller (Berdevka Femînîstîsche Parteîen Dîe Fraûen Federal): Qedexeya li ser PKK'ê ku 25 sal in heye, bi biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê re êdî hinceta xwe ya qanûnî winda kiriye. dewamkirina vê biryarê tê wateya zexta siyasî ya li Kurdan ku Kurd ji bo parastina gelên li Rojhilata Navîn, gelên li Elmanyayê û pêkanîna aştiya li Rojhilata Navîn li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin. Lewma ev zexta siyasî li şertên biryara bi hejmara 1325 a Neteweyên Yekbûyî nayê... Ji bo parastina jinên Kurd ên li nava siyasetê çalak in, ji bo destekkirina têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê ya li Rojhilata Navîn divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.