Hikumeta Elman li ser DAÎŞ'ên di destê YPG'ê de ne daxuyanî da

Hikumeta Elman a Federal ragihand, ji bo 35 DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne bînin Elmanyayê, ew hemû alternatîfan dinirxînin. Dibe ku Xaça Sor jî ji bo DAÎŞ'iyan bikeve dewrê.

Ji bo 35 welatiyên Elman (10 mêr, 10 jin, 15 zarok) ku di operasyon û pêngavên YPG'ê yên dijî DAÎŞ'e de bi saxî hatin girtin, ev demek bû ku bang li hikumeta Elman a federal a bi serokatiya Merkel dihate kirin. Ji ber ku rêveberiya Berlînê ji bo van DAÎŞ'iyan xwe kerr kir, Partiya Çep mijar xist rojeva meclîsê û pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta federal kir.

Pêşnûme pirs bi pêşengiya Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke ve hate amadekirin. Bi navê hikumeta Merkel, Wezareta Karên Derve bersiv da pêşnûme pirsê. Di bersiva kin a hikumeta federal de hate gotin, hikumet ji bo anîna welatiyên Elman ji bo Elmanyayê hemû alternatîfan dinirxîne. Hate ragihandin ku serdozgeriya federal jî der barê 14 welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne, lêpirsîn daye destpêkirin.

TÊ GOTIN, WÊ DI SER IRAQÊ RE BÎNIN ELMANYAYÊ'

Yek ji alternatîfan ew e ku piştî hevdîtina bi YPG'ê re, wê Elmanên endamên DAÎŞ'ê derbasî Iraqê werin kirin û li wir radestî yekîneyên ewlekariyê yên Elman bên kirin. Ji ber ku nûnertiya fermî ya Elmanyayê li Sûriyeyê nîne, tê gotin ku wezîfedarên Xaça Sor an jî rayedarên Rêveberiya Federe ya Başûrê Kurdistanê karibin bikevin dewrê.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Dr. Ebdulkerîm Omer, çend hefte berê ji çapemeniya Elman re axivîbû û ji Elmanyayê xwestibû ku li pêşberî rewşa DAÎŞ'iyên welatiyê Elman bêdeng nemîne. Omer diyar kiribû ku DAÎŞ'iyên welatiyên welatên biyanî ji bo wan barekî giran e û gotibû, "Eger di serî de DYA, Fransa û Elmanya, welatên qala wan tê kirin bi erk û berpirsyariya xwe ranebin, em ê jî li ser alternatîfên cuda bifikirin."

Tê texmînkirin, hejmara kesên ji Elmanyayê derbasî Sûriye û Iraqê bûne û cihê xwe di nava çeteyên DAÎŞ'ê de girtine, hezar derbas kiriye. Di nava çeteyên ji Elmanyayê tevlî DAÎŞ'ê bûn, welatiyên Tirk di rêza destpêkê de ne. Li gorî hikumeta Elman, aqûbeta beşeke biçûk a kesên çûne Iraq û Sûriyeyê û tevlî DAÎŞ'ê bûne, tê zanîn. Hatibû eşkerekirin ku 170 ji van hatine kuştin.

DI DESTÊ YPG'Ê DE DAÎŞ'IYÊN JI 46 WELATAN HENE

Di encama operasyonên yekîneyên taybet ên YPG'ê de 2700 DAÎŞ'î niha li girtîgehên li Rojavayê Kurdistanê ne. 800 ji van ji 46 welatan e ku piraniya wan welatiyên rojavayî ne. Rêveberiya Rojava bi taybetî bang li DYA, Fransa û Elmanyayê kiribû ku bikevin dewrê û bi erk û berpirsyariya darizandina DAÎŞ'iyên biyanî rabin.