Hêrsa li dijî tecrîdê: Li 6 bajaran wê grêva birçîbûnê pêk bê

Desteka ji bo  çalakiya grêva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê berbelav dibe. Li 6 bajran ji bo 3 rojan wê grêva birçîbûnê were kirin.

Ev 22 roj in Hevseroka KCD'ê û parlamentera  Colemêrgê ya HDP'ê Leyva Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grêva birçîbûnê de ye. Piştî çalakiya Guven a li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê, girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji 27'ê Mijdarê ve dest bi grêva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger kirin.

WEKÎL JÎ WÊ TEVLÊ BIBIN

Navên ku di nav wan de parlamenterên HDP'ê jî hene, 2,3 û 4'ê Kanûnê li Stenbol, Enqere û Mêrsînê, 7-8-9'ê Kanûnê jî li Mûş, Şirnex û Mêrdînê wê grêva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan bikin.

Çalakiyên destekdayinê yên ji bo çalakiya Guven beriya niha li Edene, Riha, Wan, Amed û Colemêrge jî hatibûn kirin û hatibû gotin heta ku tecrîd ranebe wê çalakî bidomin.