Li Tirkiyeyê cînayetên kar zêde bûne

Li Kirikkaleyê di tesîsa tijîkirina gazê de teqînek pêk hat, ji ber teqînê karkerek mir û 2 karker jî birîndar bûn. Di du rojên dawîn de 4 karker ji ber şertên ne ewle yên kar, li ser kar mirin.

Li Kirikkaleyê di tesîseke tijîkirina gazê de teqînek pêk hat. Di teqînê de karkerê bi navê Mîkaîl Şîmşek (43) mir û du karker jî birîndar bûn.

QEZAYA LI KOCAELIYÊ HATE VEŞARTIN

Rojek berê jî li Gebzeya Kocaeliyê di vîyaduka nimreya 7’an a Otobana Marmaraya Bakur facîayek pêk hat.  Di dema montaja betona blok de 3 karker ji 30 metreyan têwerbûn û mirin. Walîtiya Kocaeliyê biryara qedexekirina weşandina vê bûyerê da.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê Gokhan Dûrmûş got ku, “Peywira dozgeran ne ev e ku awayê çêkirina nûçeyê bidin nîşandan, peywira wan ev e ku vê cînayeta kar ronî bikin.”

DI 10 MEHAN DE 1640 KARKER MIRIN

Li gorî daneyên Meclîsa Tendirustî û Ewlehiya Kar di meha Cotmehê de 177 karker mirin. Di deh mehên pêşîn de jî 1640 karker li ser kar mirin.

Di sala 2017’an de 2006 karker, di sala 2016’an de 1970 karker û di sala 2015’an de jî 1730 karker ji ber cînayetên kar mirin.

Li gorî daneyên Meclîsa Tendirustî û Ewlehiya Kar di deh mehên dawîn de herî kêm 62 zarok bûne cangoriyên cînayetên kar.

Parlementerê CHP’ê yê Enqereyê Tekîn Bîngol bi wesîleya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê di dema AKP’ê de zarokên karker 20 ji sedî zêde bûne. Di raporê de tê diyarkirin ku li Tirkiyeyê herî kêm 2 milyon zarok hene.