KNK’ê li Brukselê dest bi pêngava dîplomasiyê kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Parlementoya Ewrûpayê hin hevdîtin pêk anî.

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç û nûnerê kampanyaya ‘Edalet ji Kurdistanê re’ Alî Gul Ozbek ji serê hefteyê heta niha li Brukselê hin civînên dîplomatîk pêk tînin.

Vê Çarşemê bi parlementerên Parlementoya Ewrûpayê Syed Kamall û Anthea Mcîntyre re û bi rayedarê saziya Eûropean reformê Naweed Khan re hevdîtin pêk hat.

Di civînan de li ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê hate sekinandin. Koç diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd ji bo aştî, demokrasî, azadî û îstîkrara li Rojhilata Navîn tekane hilbijêrk e û xwest bila parlementerên Parlementoya Ewrûpayê piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Alî Gul Ozbek di civînê de diyar kir ku li Tirkiyeyê şaredar, parlementer û rojnameger jî tê de bi hezaran kes hatine girtin û ji parlementerên Parlementoya Ewropayê xwest ku bila vê meseleyê têxin rojeva xwe.

Heyeta KNK’ê roja Sêşemê bi parlementerê Partiya Karkeran Seb Dance û bi parlementerê Partiya Keskan Jean Lambert jî civiyabû. Dance piştî civînê daxuyanî dabû û xwestibû ku bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan û dewlera Tirk bi PKK’ê re li ser maseya muzakereyan rûnê.

Lambert jî diyar kiribû ku divê bi Kurdan û rêberê wan Ocalan re muzakere were destpêkirin û Ocalan ê ku 20 sal in belasebeb hatiye girtin jî divê serbest were berdan.