HDP: Ser lêpirsîna Tahîr Elçî tê girtin

HDP’ê bal kişand ser vî tiştî ku di cînayeta Tahîr Elçî de kujer tên parastin û got, “Helwesta dewletê ya derbarê lêpirsîna li ser Tahîr Elçî, wekî helwesta cînayetên faîlî meçhûl in ên di salên 1990’î de ye.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê derbarê Tahîr Elçî yê ku dema Serokê Baroya Amedê bû ji aliyê hêzên dewletê hatibû qetilkirin, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘LI DIJÎ ATMOSFERA TIRSÊ XWE BI PAŞ VE NEKIŞAND..’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Tahîr Elçî li dijî atmosfera tirsê dev ji daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê berneda. Ji dema cînayeta Tahîr Elçî û heta îro du serokwezîr, wezîrekî edaletê, wezîrekî karê naxweyî û awayê rêveberinê guheriye lê ji bo zelalkirina cînayetê tu gav nehatiye avêtin.

Ji sala 2015’an û vir ve tu gumanbarek li dosyeya lêpirsînê nehatiye zêdekirin. Dema ku cînayet hatiye kirin, hêzên dewletê yên ku tevî çekên xwe li wir bûne, îfadeya wan nehatiye stendin, li guleyê nehatiye gerandin û lêkolîna cihê bûyerê baş nehatiye kirin. Kamerayên ku cihê bûyerê dibînin jî baş nehatine analîzkirin.

Ligel ku lêpirsîn kêm hatiye kirin, dozgerên di bin fermana AKP’ê de li dijî kesên ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wêneyê Tahîr Elçî par ve kirine, dest bi lêpirsînê kirine û hewl hatiye dayîn ku Elçî ‘sûcdar’ were nîşandan.

Helwesta dewletê ya derbarê lêpirsîna li ser Tahîr Elçî, wekî helwesta cînayên faîlî meçhûl in ên di salên 1990’î de ye. Elçî dozên Ûgûr Kaymaz, Pasûr, Roboskî û bomberdûmankirina gundên Kûşkonar û Koçagili dişopand.Dema ku mirov li lêpirsîna li ser cînayeta Tahîr Elçî tê dinihêrê, tê dîtin ku wekî dozên ku Elçî dişopand, hewl tê dayîn ku ser lêpirsîna wî jî were girtin.”

Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de got ku, “Heta ku ev cînayet neyê zelalkirin, tê wateya ku ji bo aştiya civakî û edaletê tu gav nayê avêtin. Di şexsê Tahîr Elçî de, kesên ku hewl didin hêviya aştiyê tune bikin û kesên ku piştgiriya vê cînayetê kirine, em ê tu carî wan ji bîr nekin.”