Fîlmê '14 Temmûz' li Lenîngradê hate nîşandan

Fîlmê '14 Temmûz' ê li ser Berxwedana Zindana Amedê, li bajarê Sankt-Petersbûrg (Lenîngrad) ê Rûsyayê hate nîşandan.

Komên çep, sosyalîst û anarşîst ên li Rûsyayê, fîlmê '14 Temmûz' ê Haşîm Aydemîr nîşan didin. Fîlm heta niha li gelek herêmên Rûsyayê hate nîşandan. Fîlmê li ser berxwedana zindanan, herî dawî li bajarê Sankt-Petersbûrgê (Lenîngrad) hate nîşandan.

Temaşevanan piştî temaşekirian li fîlm, li ser berxwedana Amedê axivîn û xwestin, li ser dîroka berxwedanê ya PKK'ê hîn bêhtir fîlm, semîner û çalakî bên organîzekirin.