Cezayê rojnamevanan hate pesendkirin

Rojnamevanên ku ji bo piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê bikin dest bi kampanyayê kiribûn, ceza li wan hatibû birîn. Cezayê rojnamevnan hate pesendkirin.

Ji bo piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê bikin ya ku hatibû girtin, rojnamevan tevlî kampanyaya ‘Gerînendetiya Giştî ya Nobedar’ bûbûn. Derbarê rojnamevanên ku tevlî vê kampanyayê bûbûn Ayşe Duzkan, Huseyîn Aykol, Mehmet Alî Çelebî, Huseyîn Bektaş û Ragip Dûran doz hatibû vekirin. Di dozê de bi îddîaya ku ‘propagandaya rêxistinê kirinê’ 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê ji Huseyîn Aykol û salek û şeş meh jî ceza li Huseyîn Bektaş, Mehmet Alî Çelebî, Ayşe Duzkan û Ragib Dûran hate birîn.

NE LI DIJÎ HIQÛQÊ YE!

Parêzeran ji bo îstînafê serî li Daîreya Cezayê ya 3’emîn a Dadgeha Herêma Stenbolê dan. Dadgehê diyar kir ku cezayê li rojnamevanan hatiye birîn, ne li dijî hiqûqê ye.