ROJEVA 28'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Mijdara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, ew dixwazin sala 41'ê ya PKK'ê bi gerîlayên serdema nû pêşwazî bike û êdî gavên nû biavêjin.

- Di avabûna koma îdeolojîk a Apoyî û birina komê ya ber bi Kurdistanê ve bi rola pêşengiyê radibe. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû qala karên rêxistinbûnê yên koma Apoyî yên li Dîlokê, çalakiyên destpêkê û Hakî Karer kir.

- Serdem ku bi pêşengiya helbestvan Şêrko Bêkes ji bo ronakbîriya Kurd a li Başûr ava bû û çapxaneya xwe heye, kovar û pirtûkan çap dike, ev 4 sal in ji budçeyê bêpar tê hiştin. Mîrateya helbestvanê mezin ji holê radibe.

- Bi banga zêdeyî 70 saziyên civakî yên sivîl, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan wê 1'ê Kanûnê li Berlînê li dijî qedexeya li ser PKK'ê, nîjadperestî û qanûna polîsan meşeke navendî bê organîzekirin. Amadekariyên meşê qediyan.

- Piştî bajarvaniya neçê ya li Wanê, niha jî qadên çandiniyê, zevî ji bo lêkirina avahiyan tên pêşkêşkirin. Bi biryara DSÎ re derbeke din li sewalkarî û çandiniya li bajêr hate xistin ku li ber qedandinê ye.

- Li Kurdistan û Tirkiyeyê niha 384 girtîgeh hene, lê vê yekê têra rejîma AKP'ê nekir û 53 hebên din hatin çêkirin. Hejmara girtî û hikumxwaran zêdeyî 260 hezar e ku 1.500 jê nexweş in.

- Gerîlayên HPG'ê diyar kirin, PKK ji roja avabûye û vir ve ji bo hemû gelên bindest têdikoşe û got, "Sala 41'ê ya PKK'ê wê bibe sala azadiya Rêber Apo, gelê Kurd û gelên din."