Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, ew dixwazin sala 41'ê ya PKK'ê bi gerîlayên serdema nû pêşwazî bike û êdî gavên nû biavêjin.
Di dawiya sala 1975'an de, komeke Apoyî ku hejmara xwe kêm bû li Enqereyê kadrobûyîna destpêkê afirandibû.
Bi banga zêdeyî 70 saziyên civakî yên sivîl, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan wê 1'ê Kanûnê li Berlînê li dijî qedexeya li ser PKK'ê, nîjadperestî û qanûna polîsan meşeke navendî bê organîzekirin. Amadekariyên meşê qediyan.
Li başûrê rojhilatê Awûstralyayê 28 balînayan xwe li peravê xistin.
HPG'ê diyar kir, li Qilabanê li dijî sê qadên leşkerî yên artêşa Tirk çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin û di encamê de 10 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, ji ber bomberdûmana balafirên şer 2 gerîla şehîd bûne.
Wekîla HDP'yî Guven ku di greva birçîbûnê de ye got, "Pîvana me berxwedana li dijî faşîzmê ye." Guven diyar kir, pêwîstiyeke mezin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate kuştin, di sala 3'emîn de li ber Minareya Çarling li cihê lê hate kuştin hate bîranîn.
Hêzên Asayîşê ofîsa Tevgera Azadî ya li Koyê girtin. Asayîşa Germiyanê jî hewl dide ofîsa li Kelarê bigire.
https://anfkurdi.com/kurdistan/ofisa-tevgera-azadi-ya-li-koye-hate-girtin-105308
https://anfkurdi.com/kurdistan/ofisa-tevgera-azadi-ya-kifriye-ji-hate-girtin-105318