'Qedexeya li ser PKK'ê li Nurnbergê hate şermezarkirin

Interventionistisch Linke xwest, qedexeya li ser PKK'ê were rakirin û ji bo meşa navendî ya 1'ê Kanûnê ya li Berlînê banga tevlîbûnê kir.

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Interventionistisch Linke (Antîfaşîst) li meydana Weisse Turmê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê daxuyaniyek hate dayin. Endamên partiyên çep, antîfaşîst û Mal Gel a Medyayê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Qedexeya li ser PKK'ê rakin, bes çekan bifiroşin", "Li şûna qedexeyê, diyalogê deynin", "Nabe ku daxwaza azadiyê bê qedexekirin" hatin vekirin. Piştre bi navê Interventionistisch Linke daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, PKK 40 sal in ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest têdikoşe û divê qedexe were rakirin.

'40 SAL IN PKK MAFDAR E'

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, PKK 40 sal in gel û baweriyên cuda diparêze û hate gotin, "PKK'ê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar li Şengal, Kobanê û Efrînê jin, zarokên Êzidî, Asûrî, Xiristiyan parast û nehişt komkujî li wan bê kirin. PKK 40 sal in bi rengekî mafdar û rewa têdikoşe. Bi rengekî ne hiqûqî li nava 'lîsteya rêxistinên terorê' tê hiştin. Divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin. Îdeolojiya PKK'ê îdeolojiya gelan e. Em bang li her kesî dikin ku li dijî faşîzmê û qedexeya li ser PKK'ê roja 1'ê Kanûnê tevlî meşa navendî ya li Berlînê bibin."

'BI KÊRÎ DAÎŞ'Ê Û ERDOGAN TÊ'

Piştre bi navê Mala Gel a Medyayê Şêrko Heval axivî û got, qedexeya li ser PKK'ê bi kêrî DAÎŞ'ê û dîktator Erdogan tê. Şêrko Heval got, "Ji ber vê yekê em ê li dijî qedexe, krîmînalîzasyon û biryarên ne hiqûqî li qadan têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo meşa li Berlînê ku bi pêşengiya dostên me yên Elman tê lidarxistin, em banga tevlîbûnê dikin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşman qediya.