Ciwanan salvegera damezrandina PKK'ê li Ewropayê pîroz kirin
Ciwanên Kurd li gelek welatên Ewropayê salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Ciwanên Kurd li gelek welatên Ewropayê salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Ciwanên Kurdistanî ku salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê bi coşeke mezin pîroz kirin, li gelek welatên Ewropayê daketin qadan.
BERLÎN
Ciwanên Kurdistanî li paytexta Elmanya Berlînê li hev civiyan û çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwanan li kolanên Berlînê meşale pê xistin û fîşekên hewayî teqandin. Ciwan demeke dirêj bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Partiya Parkerên Kurdistan" meşiyan û silav dan PKK'ê.
ESSEN
Li bajarê Essenê yê Elmanyayê, ciwanên Kurdistanî aleke mezin a PKK'ê bi ser pirekê ve daliqandin. Ciwanan li ser pireke din jî wêneyê Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê daliqandin.
DARMSTADT
Jinên ciwan jî li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê li ser pirekê pankarteke mezin daliqandin. Jinan li ser pankartê ala PKK'ê çêkirin û nivîsa bi Elmanî ya "1978-2018 Bijî PKK" nivîsandin.
SOLOTHÛRN
Ciwanên Kurdistanî yên li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê, salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Ciwanan li ser mijarê li gelek deveran nivîs nivîsandin.
BERN
Li paytexta Swîsre Bernê, jinên ciwan ên Kurd hem ji bo salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê, hem jî ji bo azadiya Ocalan bi spreyê çalakî kirin. Ciwanan dirûşmên "Azadî ji Ocalan re" û "Bijî berxwedana PKK'ê" li ser dîwaran nivîsandin.