Ciwan li dijî revandinan bi HDP û TÎP'ê re civiyan

Rêxistinên ciwanan, li dijî revandin û sîxurkirinê çûn meclîsê û bi HDP û TÎP'ê re rûniştin.

Nûnerê rêxistinên ciwanan ê ku endamên wan tên revandin, bi ferzkirinên sîxurkirinê re rû bi rû dimînin û gef li malbatên wan tê xwarin, çûn meclîsê û bi bi parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî û bi parlamenterê TÎP’ê Erkan Baş re civiyan. Ciwanan xwestin bila ev revandin têkevin rojevê.

BAŞ: EV ŞÊWAZA KONTGERÎLA YE!

Parlamenterê TÎP’Ê Erkan Baş got, "Dizanin ku tevgerîneke herî biçûk jî dawiya wan bîne, hemû çekên xwe xistine dewrê. Li hemberî ciwanan bi şêwazeke kontrgerîla ya mîna salên 90’î xistine meriyetê.”

ÇEPNÎ: EV ZEXT BI TÊKOŞÎNA HEVPAR A CIWANAN DIKARE BÊ PÛÇKIRIN

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî jî wiha axivî: "Ev êrîş, rûyê dîktatorî û faşîzmê careke din bi zelalî nîşan didin. Ev êrîş bi têkoşîna hevpar a ciwanan dikare bê pûçkirin.”

‘EM Ê ÇOK DANEYNIN!’

Devîn Açikellî jî li ser navê rêxistinên ciwanan axivî û bal kişand ser revandin, gef û sîxurkirina ciwanan a ku li Enqereyê tê kirin. Açikellî got, "Parêzvanên vê pergala rizîyayî jî wê nekaribin li ciwanan radest bigirin.”