Salvegera PKK’ê bi dirûşim û guleyên hewayî hate pîrozkirin

Însyatîfa Gel a Demokratîk a Edeneyê salvegera 40’an a damezirandina PKK’ê biteqanina guleyên hewayî û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ ve pîroz kirin.

Însyatîfa Gel a Demokratîk a Edene, salvegera 40’an a damezirandina PKK’ê biteqanina guleyên hewayî û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ ve pîroz kirin. Ciwanên li taxên Denizlî û Şakîrpaşa yên girêdayî navçeya Seyhanê hatin ba hev, li ser rêya giştî posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Ciwan li kolanan dest bi meşê kirin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin û guleyên hewayî teqandin.

Taxên ku pîrozbahî lê hatin kirin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.