Girtiyên TKP/ML dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên TKP/ML'ê ji bo piştgiriya çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê ji 29'ê Mijdarê heta 1'ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Girtiyên TKP/ML'ê ji bo piştgiriya çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê ji 29'ê Mijdarê heta 1'ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven di roja 21'emîn de didome. Girtiyên TKP/ML'ê jî diyar kirin ku ji bo piştgiriya çalakiya Guven ew ê di navbera 29'ê Mijdarê û 1'ê Kanûnê de sê rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.
Di daxuyaniya li ser navê girtiyên TKP/ML'ê ev tişt hatin diyarkirin:
EM Ê BÊDENG NEMÎNIN
"Dewleta Tirk dixwaze îradeya gelê Kurd bi dest bixe. Hemû hêza xwe ya leşkerî seferber dike û tişta ku bi darê zorê nikare bi dest bixe, di şexsê nûnerên siyasî de hewl dide dîl bigire. Tecrîdkirina rêzdar Abdullah Ocalan mînaka herî zelal a vê rewşê ye. Piştî ku Leyla Guven parlementer hate hilbijartin jî nehate berdan. Ji ber vê jî em li hemberî vî tiştî bêdeng namînin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven gotibû 'Ez dixwazim diyar bikim ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û tecrîd li ser gelekî tê kirin. Ez jî parçeyekî vê gelî me'. Piştre jî girtiyên PKK û PAJK'ê gotibûn ku 'Rêbertiya me giyanê me yê azadiyê ye. Em êdî vê tecrîdê qebûl nakin' û ji bo qedandina tecrîdkirina rêzdar Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Em girtiyên TKP/ML'ê jî ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin, ji 29'ê Mijdarê heta 1'ê Kanûnê em ê jî di greva birçîbûnê de bin."