Polîsên Tirk nehiştin Elçî were bîranîn
Parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî ku berî niha bi 3 salan hate kuştin, wê li Enqereyê bihata bîranîn. Lê polîsên Tirk nehiştin.
Parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî ku berî niha bi 3 salan hate kuştin, wê li Enqereyê bihata bîranîn. Lê polîsên Tirk nehiştin.
Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Amedê hate kuştin, li ber Edliyeya Enqereyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Polîsên rejîma AKP'ê nehiştin daxuyanî bê dayin. Dema ku polîs ketin hundirê avahiya edliyeyê, gelek polîs jî ketin hundir. Polîsan nehiştin rojnamevan daxuyaniyê bişopînin.