Li dijî siyaseta krîmînalîzekirina Kurdên li Elmanyayê, zêdebûna nîjadperestiyê û qanûna polîsan, roja 1'ê Kanûnê li paytext Berlînê xwepêşandaneke girseyî tê lidarxistin. Xwepêşandan wê di salvegera 25'an a qedexeya li ser PKK'ê pêk were û gelek hêz wê di çalakiyê de li hev bicivin.
Tê payîn, endamên partiyên cuda yên siyasî, nûnerên sendîka, femînîst û komên çep piştgiriyê bidin meş û mîtîngê. Xwepêşandan bi banga hevpar a gelek saziyên civaka sivîl, zanyar, akademîsyen, hiqûqnas, parlamenter, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan tê organîzekirin. Dirûşma xwepêşandanê jî bi vî rengî ye: "Nabe ku daxwaza azadiyê were qedexekirin -Li dijî qanûna polîsan, li dijî qedexeya li ser PKK'ê û li dijî neteweperestiyê têkoşîna hevpar."
Meş wê roja Şemiyê saet 12'an li navenda kolanên Neptûnbrûnnen, Rathaûsstrasse û Spandaûerstrasse ya li Alexanderplatzê dest pê bike. Amadekariyên ji bo meşê ediyan.
'YÊN BIXWAZIN DIKARIN ÊLEKÊ ZER LI XWE BIKIN'
Bi navê Komîteya Amadekar a Xwepêşandanê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Em bang li alîgirên demokrasî û mafên mirovan dikin ku 1'ê Kanûnê li Berlînê bin." Her wiha hate ragihandin ku polîtîkaya krîmînalîzekirina Kurdan û nêzîkatiya rastgirî ya hikumeta federal ku qanûna "dewleta polîs" ferz dike, divê werin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ji sala 1993'an dema ragihandina qedexeya li ser PKK'ê û vir ve bi hezaran kes hatin darizandin, bi sedan kes hatin destgîrkirin, serdegirtin li malên bi dehan kesî hate kirin û hate gotin, "Dewleta polîs ku bi qedexeya li ser PKK'ê tê xwestin bê avakriin û nîjadperestiya ku zêde bûye, ji aliyê mejî ve yek in."
Komîteya Amadekar herî dawî diyar kir ku kî bixwaze dikare êlekên zer li xwe bikin, bi vî rengî tevlî çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin çalakgerên li Fransayê zêdebûna buhayê sotemeniyê şermezar dikin.
Ji bo tevlîbûna li meşê, li 25 bajarên Elmanyayê otobus hatin amadekirin. Kesên bixwazin li ser cih û dema birêketina otobusan agahiyan hîn bibin, dikarin li vê malperê binerin: