ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Em ê li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin’
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeyên Stenbolê hatin protestokirin û banga bidawîkirina êrîşan hate kirin. -
Li Stenbolê 15 kes hatin girtin
Li Stenbolê ji 35 kesên roja 26'ê Cotmehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, endamê OHD'ê parêzer Bedîrhan Sarsilmaz jî di nav de 15 kes hatin girtin. -
Êrîşên li ser Rojava, li gelek bajaran hatin protestokirin
Pêla êrîşa nû ya ku dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayî destpêkirin, li gelek bajaran hate protestokirin. -
10 baroyan bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan: Sivîl tên qetilkirin
10 baroyên li Kurdistanê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û gotin, sivîl tên qetilkirin. -
Malbatên Roboskiyê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Divê dewlet dev ji siyaseta xwe ya bombebarankirina sivîlan berde û deriyên aştiyê vekin.” -
Bejahiya Bagokê hate bombebarankirin
Dewleta Tirk herêmeke li bejahiya Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, bi balafirên şer bombebaran kir. -
Berteka li dijî binçavkirina parêzer
Parêzeran nerazîbûn nîşan dan ku hempîşeyê wan Bedirhan Sarsilmaz di rûniştinê de hate binçavkirin û gotin: “Parastinê tu caran serî netewand û dê netewîne.” -
Di hinek dem û pêvajoyan de helwest girtin
Divê mirovê azadîxwaz nekevin bin bandora êrîşên şerê taybet. Dijmin û şefê faşîst banga teslîmbûnê dike. Divê were zanîn ku li beranber wê yekane rêya serkeftin, aştî û azadiyê têkoşîn û berxwedan e. -
Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
Li bejahiya Çiyayê Bagokê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve operasyoneke berfireh hate destpêkirin. -
'Qeyûman hewl dan bajaran bênasname bihêlin'
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aslan nêzîkatiya qeyûman a li bajarê Kurdan bi rengê; xerakirina reseniyê, bênasnamehiştin, tinekirina dîroka çandê û înkarkirina Kurdan e. -
ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin, bila fikrên Ocalan bigihijin gel!
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku yê meseleyê çareser bike, Abdullah Ocalan e û got: “Deriyên Îmraliyê vekin, bila fikrên Birêz Ocalan bigihijin gel.” -
DEM Partî: Divê Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe
Di encamnameya Meclîsa DEM Partiyê de hate gotin, "Di serî de azadiya fîzîkî, divê şert û mercên karkirinê, ewlekarî û tenduristiya Abdullah Ocalan bêne misogerkirin, ku karibe mîsyona xwe ya diyarker bi cih bîne." -
ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Kanalên telegramê yên Gerîla TV û HPG’ê hatin asteng kirin
Rayedarên Gerîla TV ragihandin ku kanalên Telegramê yên Gerîla TV û HPG’ê yên bi zimanên cuda vekirine, hatine sînordarkirin û şopdarên wan hatine astengkirin. Her wiha diyarkirin ku ew ê bi qenala xwe ya nû vekirine ji cihê mayî berdewam bikin. -
Dayikên Şemiyê banga ‘demokratîkbûnê’ kirin
Dayikên Şemiyê ji bo Bahrî Kaganaslan ê ku di bin çavan de hatî qetilkirin, hatin ba hev û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd banga ‘demokratîkbûnê’ kirin. -
Li 3 bajaran ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hatine qetilkirin, li Amed, Êlih û Colemêrgê lêgerîna edaletê domandin. -
Milîsên Sînan Dersim li Stenbolê çalakî kirin
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Stenbolê di demên cuda de çalakî lidar xistin. -
Mûrat Karayilan: Em li Bakurê Kurdistanê stratejî pêş dixin
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê gerîla liv û tevgereke hîn stratejîktir pêş dixe û esas digire ku bi rêbazên hîn profesyoneltir encam werbigire. -
Zozan Çewlîg: Bêrîtan pîvana me ya îdeolojîk û rêxistinî ye
Zozan Çewlîg: Bêrîtan pîvana me ya îdelojîk-rêxistinî ye. Em weke YJA Star îro hêzek in ku li ser xeta Bêrîtanê dijîn û şer dikin. Em hêza xwe ya herî mezin jî ji rastiya Bêrîtan digirin. -
ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan: Daxwaza me azadiya Rêbertiyê ye
Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Ocalan daxuyand ku daxwaza wan bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
PÎK: Têkoşîna li dijî dagirkeran erkeke neteweyî ye
Serokê Giştî yê PÎK’ê Hikmet Serbilind, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û Şengalê da û got: “Ji bo jiyaneke birûmet, têkoşîna yekpare ya li dijî dagirkeran erkeke netewî ye.” -
Ceza li 16 alimên olî hat birîn
Di doza ku bi sedema xutbe û weazên bi Kurdî derbare endamên DÎAYDER'ê hat vekirin de, li 12 kesan 6 sal û 3 meh û li 4 kesan jî 7 sal û 6 meh ceza hat birîn. -
Girtiyê nexweş Karaguzel dîsa hat girtin
Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê ji bo dermankirinê hatibû taloqkirin, piştî biryara girtinê ya Dozgeriya Mûşê dîsa hate binçavkirin.