Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kunt Ayan têkildarî “Meşa Demokrasî û Azadiyê” ya ku DEM Partiyê 16’ê Kanûnê li Amedê dayî destpêkirin, ji ANF’ê re axivî.
Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku ‘Meşa Azadiyê’ ji bo siberojeke azad û wekhev a gelan, derfeteke dîrokî ye û ev tişt gotin: “Ji bo çareseriya krîzên dîrokî yên li Rojhilata Navîn, ji dervey çareseriyeke demokratîk ti rêyên din nîne. Beriya 100 salan ev xak bi feraseta netew-dewlet û dîzayna netewperest şêwe girt. Lê belê ev xak qedîm e ku gelek nasname û baweriyan di nava xwe de dihewîne. Mudaxileyên emperyalîst, hewldanên cîhadperest û faşîzmên netew-dewlet ne çareserî, pirsgirêkan diafirînin. 100 sal in em şahidên herî zindî yên vê yekê ne. Îro em dibin şahid ku Rojhilata Navîn, jinûve tê dîzaynkirin. Lê belê eger ji bo pirsgirêkan heman nêzîkatiya netewperest hebe, pirsgirêk çareser nabe.”
‘GELÊ KURD LI HER DERÊ AZADIYA OCALAN ESAS DIGIRE’
Dîlan Kunt Ayan destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst divê bi rengekî zelal armanca xwe diyar bike û ragihand ku çareseriyeke demokratîk ji bo desthilatdariyê jî derfeteke dîrokî ye. Dîlan Kunt Ayan ev tişt got, “Ti çareseriya ku aliyek bi ser bikeve, aliyek din tê qetilkirin di dîroka cîhanê de bi serketinê encam nebûye. Em bi derfeteke dîrokî re rû bi rû ne. Pêvajoyeke dîzaynê ya nû tê jiyankirin. Tecrîda li ser muxatabê sereke Birêz Ocalan dewam dike. Qaşo daxuyanî hatin dayîn û behsa mafê hêviyê hate kirin. Gelo eger niyeteke wisa hebe, çima di şert û mercên demokratîk û wekhev de pêvajoyeke muzakereyê nayê meşandin? Desthilatdarî divê niyeta xwe bi rengekî zelal, diyar bike.
Gelo wê bi Kurdan re aştiyê bike, yan jî şer dewam bike? Çareseriya pirsgirêka Kurd encex bi muxatabiya Birêz Ocalan dibe. Dewlet jî vê yekê pir baş dizane. Lê belê, bi feraseta ‘tenê em bi ser bikevin, em heman înkar û redê li Kurdan ferz bikin’ ev pirsgirêk çareser nabe. Kurd ne Kurdên berê ne, gelekî rêxistinkirî û polîtîk e. Û li her derê, li her qadê azadiya Birêz Ocalan esas digire. Çareseriyeke demokratîk, îro ji bo ku desthilatdarî bibe dîrok derfeteke girîng e. Ji bo siberoja gelên Tirkiyeyê jî, derfeteke dîrokî ye.”
‘EM LI ROJHILATA NAVÎN AŞTIYÊ DIXWAZIN’
Dîlan Kunt Ayan banga tevlîbûna meşa ji bo çareserî û azadiyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev meş, ji bo aştiyê ye, ji bo demokrasiyê ye, ev meş daxwaza azadiya gelê Kurd e. Ev tê wê wateyê ku em li her dera Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin. Desthilatdarî divê vê pir baş bibîne ku, yê di vê pêvajoyê de ji bo şer israr bike, wê bin bikeve. Yên ku daxwaza azadiyê ya gel red dikin, wê têk biçin. Weke DEM Partî me ji bo azadî û çareseriyeke demokratîk, ev meş da destpêkirin. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê meşê.”