Êrîşên qirkirina siyasî li Mêrsînê hatin protestokirin
Li Mêrsînê êrîşa qirkirinê ya li dijî siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate protestokirin.
Li Mêrsînê êrîşa qirkirinê ya li dijî siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate protestokirin.
Li Mêrsînê girtina 11 kesên ku Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan, Hevserokên HDP’ê yên Mêrsînê yên berê Fatmagul Demîrtag, Selman Gunbat, Aladdîn Erdogan, Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê yê berê Alî Tanriverdî û Faîk Kaplan jî di nav de ne, hat protestokirin. Li dijî girtinan li Parka Zarokê Azad a Mêrsînê daxuyanî hat dayîn. Hevşaredarên Behra Spî û nûnerên partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Zext nikarin me biçewisînin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
‘DESTHILATDARÎ TEVAHIYA CIVAKÊ HEDEF DIGRE’
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DEM Partî ya bajêr Bedriye Kuş ve hate xwendin. Kuş anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî jin, kedkar, zarok û xwezayê hiqûqa dijminatiyê pêk tîne. Kuş diyar kir ku temamiya civakê tê hedefgirtin û wiha got: “Bêtehemulî û polîtîkayên zextê yên hikûmetê her roj zêdetir bêperwa dibe. Ev feraseta ku li ser bingeha hiqûqa dijmin şêwe digre, jinan qetil dike, mafê zarokan desteser dike û xwezayê talan dike. Li hemberî van êrîşan şoreşger, parêzvanên mafên mirovan û her kesê ku berxwedanê mezin dikin, hewl didin bi binçavkirin û girtinan bêdeng bikin. Ev operasyon rasterast êrîşên li dijî vîna gel û demokrasiyê ye.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.