Aydin: Tekane çareserî naskirina mafên gelê Kurd e!
Dîrokzan Erdogan Aydin da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariyê wê bi her awayî bi welat bide windakirin û got: ‘’Tekane çareserî naskirina mafên gelê Kurd e!’’
Dîrokzan Erdogan Aydin da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariyê wê bi her awayî bi welat bide windakirin û got: ‘’Tekane çareserî naskirina mafên gelê Kurd e!’’
Bi êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên selefî û cîhadîst ên weke Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) a hêzên emperyalîst piştgiriyê dide û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) a girêdayî desthilatdariya li Tirkiyeyê re rejîma Esad hate hilweşandin û girêdayî vê yekê hewl tê dayîn ku ev çete werin rewakirin. Di serî de ewlehiya Elewî û Xiristiyanan, li Rojava statûya gelê Kurd ku rêveberiyeke xweser a piralî, demokrat û wekhevîparêz hatibû avakirin, di bin talûkeyê de ye. Nivîskar û dîrokzan Erdogan Aydin têkildarî geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.
‘BI ÎHTIMALEKE MEZIN DYE Û RÛSYAYÊ LI HEV KIRIN’
Erdogan Aydin destnîşan kir ku di piştperdeya hilweşîna 11 rojan de ya rejîma Esad ku ji sala 2011’an ve li ber xwe dide, pêvajoya lihevkirinên hêzên navneteweyî heye. Aydin anî ziman dibe ku di piştperdeyê de lihevkirineke DYE û Rûsyayê hebe û got: ‘’DYE bi îhtimaleke mezin girêdayî Ûkraynayê li gel Rûsyayê li hev kiriye. Helwesta Rûsyayê vê yekê nîşan dide. Çimkî ger mirov bala xwe bide hebûna Rûsyayê ya li herêmê ya heya niha, dibîne ku lihevkirineke navneteweyî ya Rûsyayê tetmîn dike, heye. Mijareke din jî Îran e. Îran piştî ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve ye li hemberî belavbûna Îsraîlê û êrîşên Îsraîlê yên li dijî Hizbullahê, di mijara parastina Sûriyeyê de lawaz bûye.
‘REJÎMA SÛRIYEYÊ JI ALIYÊ HEVALBENDÊN XWE VE JÎ HATE FEDAKIRIN’
Ji ber vê yekê Îranê jî dev ji piştevaniya ji bo rejîma Sûriyeyê berda. Demekê beriya niha Hîzbullahê jî ji ber êrîşên Îsraîlê milîsên xwe vekişandibû û em dikarin bibêjin ku rejîma Sûriyeyê ji aliyê hevalbendên wê ve hate fedakirin. Di vê pêvajoyê de em bûn şahidê hilweşîna rejîma ku nekarî bi hêzên xwe yên neteweyî jî li ber xwe bide. Me dît ku ne artêşa Sûriyeyê di parastina rejîmê de berxwedana hewce nîşan da û ne jî hêza rejîmê nemabû ku gelê Sûriyeyê li hemberî van yekan seferber bike. Her wiha serokê rejîmê Beşar Esad jî li şûna parastina welat, rûmet û serbajarê xwe bêyî ku guleyekê jî berde, paytext teslîm kir û reviya. Ev yek jî nîşan didin ku derveyî qada şerî lihevkirinek heye.
‘RÊ DAN HTŞ’Ê’
Aydin diyar kir ku ev yek encama êrîşên Îsraîlê yên topyekûn ên piştî 7’ê Cotmehê û performansa wê ya di warên teknolojîk û leşkerî ye ku hêzên li herêmê li hemberî van yekan bi paş de gav avêtine û rê li ber metirsîdarbûna wan vekiriye. Aydun destnîşan kir ku bidestxistina Şamê ya ji aliyê HTŞ’ê ve nîşan dide ku di navbera DYE û HTŞ’ê de lihevkirinek çêbûye û ev yek anîn ziman: ‘’Em bi bîr bixin ku HTŞ di serî de DYE, di lîsteya hemû hêzên navneteweyî de weke avaniyeke terorî tê pênasekirin. Lê belê geşedanên dawîm ên li herêmê nîşan didin ku di navbera DYE û HTŞ’ê de lihevkirin û pêştêkiliyek heye.’’
‘TIRKIYE RASTERAST PIŞTGIRIYÊ DIDE SMO Û HTŞ’Ê’
Aydin bal kişand ku di piştperdeya organîzekirina van êrîşên dagirkeriyê de Tirkiyeyê roleke mezin heye û diyar kir tekane deriyê ber bi Sûriyeyê ve vedibe sînorê Hatayê ye û ji bilî Tirkiyeyê ne pêkan e ku hêzeke din piştevaniya van çeteyan bike û got: ‘’Tirkiyeyê beriya niha zor li rejîma Esad dikir ku desthilatdariya xwe li gel çeteyên HTŞ û SMO’yê re parve bike. Lê belê Esad ev yek qebûl nekir û li gel vê yekê êrîşên ku li Idlibê dest pêkirin hatin rewakirin. Her wiha hewldanên lihevkirineke têkildarî hilweşîna Rojava jî ji aliyê Esad ve hatin redkirin û piştevaniya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan kir ku pêvajo teqeztir bibe. Ji ber vê yekê Tirkiye rasterast di nav de ye lê belê ev yek nayê wê wateyê ku wê HTŞ bibe pêlîstoka Tirkiyeyê. Li herêmê tekane pêlîstokeke Tirkiyeyê heye ku ew jî SMO ye. Di rojên pêş de bi îhtîmaleke mezin HTŞ wê bi serî li lihevkirina li gel hêzên navneteweyî bide û ji ber vê yekê jî wê mesafeyekeê bixe navbera xwe û Tirkiyeyê.’’
‘NE TIRKIYE Û HTŞ’Ê, ÎSRAÎL BI SER KET’
Aydin diyar kir ku dagirkirina Sûriyeyê ya ji aliyê HTŞ’ê ve li başûrê Tirkiyeyê Efxanistenek hatiye avakirin û li gel vê yekê hemû hêzên cîhadîst ên li seranserê cîhanê ji vê yekê moraleke mezin standine û girêdayî rewşa heyî îro Rojhilata Navîn ne tenê ji laîktiyê di heman demê de ji demokrasiyê jî gelekî dûr ketiye. Erdogan Aydin got ku dibe ji karesatên mezin rewşeke baş jî were bidestxistin û dibe ku di nûveavakirina Sûriyeyê de statukoyeke ku Kurd, Elewî, Xisristiyan û Durzî nefeseke rehet bistînin, were avakirin û ev yek anîn ziman: ‘’Îro her çend Tirkiye û çeteyên girêdayî wê û HTŞ’ê weke aliyên bi ser ketine xuya bikin jî esas aliyê serkeftin bi dest xistiye ne ew in, statukoya ku DYE û Îsraîl hewl dide li ser herêmê ferz bike, bi ser ketiye ku ev yek wê di demên pêş de xwe bi awayekî zelatir jî nîşan bide. Li herêmê Îsraîl Bi ser ket. Her wiha Îsraîl ji niha ve talûkeyên li pêşiya xwe ji holê radike ku vê yekê bi bombebarandina eniyên krîtîk ên hêzên hewayî û behrî yên Sûriyeyê dike.’’
‘ELEWIYAN EWLEHIYA XWE BI TEMAMÎ JI DEST DAN’
Aydin destnîşan kir ku li Sûriyeyê herî zêde jî ji bo Elewiyan pêvajoyeke bitalûke dest pêkiriye û anî ziman ku Elewiyên li herêmê rasterast weke perçeyeke rejîma Esad tên dîtin û ne xwedîyê wê pozîsyonêne ku bikarin xwe biparêzin û got: ‘’Ger bi saya hêzên navneteweyî li Sûriyeyê qanûneke bingehîn a demokratîk were avakirin, ku îhtimala vê yekê a niha pir kêm e, wê demê em dikarin qala ewlehiya Elewiyan bikin. Lê belê bi qasî ku desthilatdarî di destê Îslamparêzan de be qanûna bingehîn her çend demokratîk jî be em ji bo Elewiyan nikarin qala ewlhiyê bikin.’’
‘ARMANCA TIRKIYEYÊ TUNEKIRINA DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD E’
Aydın da zanîn ku ji bo gelê Kurd pêvajoyeke dijwar dest pê kiriye û bi bîr xist ku Tirkiyeya piştevaniya çeteyan dike, polîtîkaya tunekirina destkeftiyên gelê Kurd dimeşîne lê belê gelê Kurd bi qasî Elewî û nasnameyên din bêparastin nînin û got: ‘’Ev hêz, ew hêz e ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe daye û DAÎŞ têk biriye. Her wiha wê li hemberî êrîşên HTŞ’ê jî parastina xwe bike. Gelê Kurd li herêmê xwedî wê hêz, îrade û birêxistnbûnê ye ku bikare parastina xwe bike. Wê tu kes nikaribe zû bi zû gelê Kurd têk bibe. PYD li seranserê cîhanê hevalbendên cidî hene. Çimkî li seranserê cîhanê piştgiriyeke mezin ji bo PYD’ê heye.’’
‘TEKANA HÊZA KU NEHÊLE SÛRIYE BIBE EFXANISTAN KURD IN’
Kurdan çawa ku li herêmên xwe şêwejiyaneke wekhevîparêz û piralî ava kiriye û parastina misogeriyeke makeqanûnî kirine, ger bi Şamê re lhevkirinek pê were wê makeqanûneke demokratîk ya parastina hemû pêkhateyên li Sûriyeyê dike, ferz bike. Wê ev ye bi kêrî hêzên navneteweyî jî were. Li herêmê takûleyên zêde hene lê belê di heman demê de hêza ku wan talûkeyan ji holê rake jî heye. Ew jî Kurd in ku tekane hêza ku nehêle Sûriye bibe Efxanistan ew in. Îro li Sûriyeyê pisgirêka sereke, pirsgirêka naskirina Kurdan e.’’
‘DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê NAXWAZE PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE’
Aydin ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP’ê naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike û li gorî polîtîkayekê dimeşîne û got: ‘’ Desthilatdariya AKP-MHP’ê dibêje ku dibe ku Ocalan zeafekê nîşan bide û li dijî rêxistina xwe tiştekî bibêje. Girêdayî vê yekê serî li siyaseteke qirêj didin. Ji vê yekê encamek nayê bidestxistin. Heman polîtîkayê bi desteserkirina şaredariyan dimeşîne. Kesê ku bixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, serî li van polîtîkayan nade. Ji bo çareseriyê jî divê tavilê dev ji van polîtîkayên xwe berdin. Divê di serî de mafên weke zimanê zikmakî, mafê xwerêvebirinê û mafê welatiyên wekhev nas bike. A niha desthilatdariya li Tirkiyeyê siyaseteke ku van yekan red dike, dimeşîne.’’
‘SÛRIYEYA ÎRO ŞENSEKÎ DIDE HEMÛ DESTHILATDARIYÊN LI HERÊMÊ’
Aydın diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi awayekî eşkere kodên Komara Tirkiyeyê ku li ser înkara Kurdan hatiye avakirin, bi nasnameya Îslamparêziyê didomîne û ji ber ku gelê Kurd di mijara Tirkiyeyeke demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk, laîk û aştiyane de bi israr in, bi polîtîkayên weke çewisandina gelê Kurd û desteserkirina şaredariyan û dijminkirinê hewl dide Kurdan bêbandor bike. Aydin da zanîn ku tu feydeya vê polîtîkayê tune ye û anî ziman ku çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê girêdayî lihevkirina li gel Kurdan e û axaftina xwebi van gotinan bi dawî kir: ‘’Sûriyeya îroyîn şensekî dide desthilardariyên herêmê. Ev şens girêdayî lihevkirina li gel Kurdan û naskirina mafên gelê Kurd e. Gelê Kurd daxwaza mafên bingehîn dikin. Ev yek ji bo derdorên demokrat, aşitîxwaz û neteweperweran jî şensek e. Divê ev yek were nirxandin. Her wiha ger ev yek neyê nirxandin weke Tirkiyeyê û mînakên din, em ê ber bi dojehekê ve biçin ku em vê yekê heq nakin.’’