FEDA: Parastina Rojava wezîfeya Elewiyan e

FEDA’yê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û got, “Parastin Rojava ji her kesê bêhtir, divê wezîfeya me Elewiyan be. Saziyên Elewiyan û kombûna Kurdan a di têkoşîna hevpar de, pir girîng e.”

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojava ji bo hemû bindestan, gelên mazlûm û me Elewiyan, çavkaniya berxwedan û hêviyê ye. Rojava di bin êrîşeke mezin de ye. Tê xwestin ku di sedsala 21’an de car din qirkirina Kurdan pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de qala komkujiyên çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin û îşaret bi têkîliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi berxwedana bi biryar a gelê Kurd re, çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn û hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava hîn di bin gefê de ye. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku dewleta Tirk sûcê şer dike û wiha hate gotin, “Parastin Rojava ji her kesê bêhtir, divê wezîfeya me Elewiyan be. Saziyên Elewiyan û kombûna Kurdan a di têkoşîna hevpar de, pir girîng e.”

FEDA’yê tiştên ku divê bên kirin, wiha rêz kir:

“1. Ji bo ku li Sûriyeyê aramiya siyasî û civakî çêbibe, divê aktorên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê bibin garantorê pêvajoyê. Divê otorîteya siyasî û leşkerî ya NY’ê demildest bikeve meriyetê. Divê şert û mercên madî yên hilbijartinên ku di pêvajoyeke maqul de bi rengekî adil û demokratîk bên kirin, bên çêkirin.

2. Di serî de Elewî, divê mafê jiyanê û azadiya îbadetê ya hemû komên ol û baweriyên li Sûriyeyê dijîn, di ewlehiyê de bin. Divê sîstemeke demokratîk, civakî, hiqûqî, azadîxwaz û ji bawerî û cudahiyan re rêz bigire, bê afirandin û hemû çêkerên etnîkî, bawerî û ol di bin ewlehiya zagona bingehîn de bin.

3. Di serî de Kurd, divê Tirkmen, Asûrî, Ermenî, Durzî û komên din ên etknîk bikarin bi rengekî azad xwe îfade bikin, bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bibînin û bi rêveberiyên xweser ên herêmî re xwe bi xwe bi rêve bibin.

4. Sîstema ku bê afirandin, divê bi feraseta jiyana sekuler, laîqî û azadîxwaziyê nêzî ol û baweriyên cuda bibe, divê xizmetên ol û baweriyê dewrî civakê bike û zagona bingehîn bi ewle were girtin.”