ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' wê bê şopandin ku di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' ji Amedê destpê kir û ber bi Enqereyê ve dewam dike.
Jinên ji Rihayê ku tevlî Meşa Azadiyê bûn, diyar kirin ku ji bo aştiyê ew li qadan e û yekane rêya çareseriyê jî Rêber Apo ye.
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku dema heyî ji bo gelên herêmê dema diyarkirina çarenûsê ye û destnîşan kir ku divê Kurd çeperên xwe baş biparêzin, têkoşînê hîn xurt bikin.
Rihan Loqo diyar kir ku jin li Sûriyeyê li dijî mejiyê neteweyî, zayendîperestî, olperestî û neteweperestiyê têkoşîneke mezin dimeşînin û got, "Destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê divê ji aliyê jinan ve bê avakirin."
Zeynep Şêxo ku sê caran neçar ma mala xwe biterikîe, vê carê li Hesekê ji bo mala xwe ava bike kedê dide. Lê belê diyar dike ku ew ê warê xwe neterikîne.