Milîsên HBDH'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî kirin

Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH'ê ragihandin ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava li Stenbol û Bûrsayê 2 çalakiyên sabotajê kirine.

ÇALAKIYÊN MILÎSÊN HBDH'Ê

Milîsên Nûbar Ozanyan ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin ku li hemberî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Rojava li 2 bajaran çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 13'ê Kanûnê li navçeya Nîlufer a Bûrsayê otobuseke faşîstan hatiye şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê heman rojê li taxa Yaldiztabya ya navçeya Eyup a Stenbolê jî otobusek bi molotof kokteylê hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de bang li jin, ciwan û hêzên şoreşger-welatparêz hate kirin ku li bajarên Tirkiye û kurdistanê li hemberî saziyên dewleta Tirk çalakiyan bikin û hate gotin, "Roj ew roj e ku bi ruhê berxwedanê yê Kobanê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin."