ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bi dewleta Tirk re agirbest pêk nehat
Di navbera Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ber helwesta dewleta Tirk agibest pêk nehat. -
Çalakiyên şermezarkirinê didomin: Parastina Rojava erka her kesî ye
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û banga parastina Rojava hate kirin. -
DEM Partî: Gel û bawerî li Sûriyeyê bi xetereya komkujiyê re rû bi rû ne
Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got, “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo jiyana hevpar a aştiyane ya gelan, bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.” KOMÎSYONA GELAN Û BAWERI -
Rewşa girtiyên nexweş Kaytan û Okur giran e
ÎHD’ê diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş Mehmet Okur û Hayatî Denîz giran e û got, “Divê demildest bên berdan.” -
Rewşenbîr û nivîskar: Divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav bê avêtin
Rewşenbîr û nivîskaran ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxuyanî dan û gotin, “Em bang dikin ku gavên pêwîst, demildest bên avêtin.” -
Hevdîtin û tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
Zeyneb Celaliyan a li girtîgeha Îranê dîl tê ragirtin, hevdîtina wê ya li gel malbatê û tedawiya wê tê astengkirin. -
Nerazîbûna li dijî biryarên ‘derbasbûna demê’
Dayikên Şemiyê xwestin ku biryarên ‘derbasbûna demê’ yên têkildarî dosyayên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, werin betalkirin. -
Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya li Girtîgeha Evînê ya Îranê tê ragirtin, krîtîk e. -
Li Meclîsê di salvegera êrîşên qirkirinê de, daxuyanî
DEM Partiyê di salvegera 9’an a êrîşên qirkirinê de daxuyanî da. DEM Partiyê diyar kir ku nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û got, “Ji bo ku em derfeta dîrokî ya li pêşiya xwe veguherînin tifaqeke dîrokî, divê rû bi rûyê van bimînin.” -
Bozarslan: Ne çareserî ye, ji bo Kurd bikevin bin serweriya Tirkên Sûnî ferzkirin heye
Li ser nîqaşên di çarçoveya pirsgirêka Kurd de hatin kirin Prof Hamît Bozarslan got, "Armanc ne çareserkirina pirsgirêkê ye. Rewabûna Kurdan nas nakin. Ji bo ku Kurd bikevin bin serweriya Tirkên Sûnî de ferzkirin heye." -
Qeyûm, karakterê rejîma qesrê ye
Parlamaneterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku polîtîkaya qeyûman kalîteya xizmetên rêveberiyên herêmî ku pêşkêşî gel dikin xirab dike, bi taybet gelê Kurd ji projeyên çandî û civakî bêpar dihêle û hesta aîdîyetê lawaz dike. -
Guleç: Binpêkirina mafan bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku rewşa mafên mirovan a Tirkiyeyê gelekî xerab e û anî ziman ku binpêkirinên mafan bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne. -
ROJEVA 14’Ê KANÛNA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
YCWK’ê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî kir
YCWK’ê ragihand ku ji bo bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bidin, li taxa Kanarya ya Stenbolê wesayîtên 3 kesên hevkar dan ber agir. -
Şandeya Parlamentoya Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
Raportorê Tirkiyeyê ya Parlementoya Ewropayê û şandeya pê re têkildarî ‘rojeva qeyûm’ çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê. -
Rapora DEM Partiyê: Divê demildest hevdîtin bi Ocalan re were kirin
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê rapora binpêkirina mafan eşkere kir. Di raporê de bal kişandin ser qirkirina siyasî û hate destnîşankirin ku divê demildest hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were. -
Li Wanê 3, li Enqereyê 15 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Wan û Enqereyê di serdegirtinan de 18 kes binçav kirin. -
Hevserokên giştî yên DEM Partiyê bi nûnerên dîplomatîk ên 31 welatan re rûniştin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi nûnerên dîplomatîk ên 31 welatan re rûniştin. Di hevdîtinê de behsa tecrîda Îmraliyê û êrîşên li dijî Kurdan hate kirin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û wasiyê wî ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Prof. Bozarslan: Nediyarî li benda Sûriyeyê ye
Prof. Hamît Bozarslan diyar kir, ku piştî ketina hikûmeta Şamê Sûriye ket bin kontrola avaniyeke îslamiya cîhadî û radîkal û got, rewşeke nediyar li pêşiya Sûriyeyê ye. -
Ozturk: Hedefa AKP’ê destketiyên gelê Kurd e
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk diyar kir ku hedefa sereka ya AKP’ê tunekirina destketiyên gelê Kur ê li Sûriyeyê ye. -
Li Mersînê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Li Mersînê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Reşat Aşan jî di nav de 5 siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. -
'Hêzên sosyalîst divê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin'
Hevserokê Stenbolê yê DEM Partiyê Mûrat Kaymaz got, tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê, hêzên muxalîf û demokrasiyê divê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. -
ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Mazlûm Abdî: Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku di serdemeke awarte re derbas dibin û got: "Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Ji bo agirbesteke mayînde bi rêya koalîsyona navneteweyî bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin.”