DEM Partî: Ji ber êrîşên SMO’yê bi hezaran kesan koç kirin
DEM Partiyê bi wesîleya 18’ê Kanûnê Roja Koçberan daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji cihên xwe bûn.
DEM Partiyê bi wesîleya 18’ê Kanûnê Roja Koçberan daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji cihên xwe bûn.
Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1990’an de piştî îmzekirina “Konvansiyona Parastina Mafên Karker û Malbatên Koçber a Navneteweyî”, roja 18’ê Kanûnê weke Roja Koçberan a Navneteweyî îlan kir. Bi wesîleya vê rojê, Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek nivîskî da.
‘KOÇBER DIBIN MIJARA BAZARA SIYASÎ’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku binpêkirina maf û mêtingeriya li ser koçberan, herî zêde Rojhilata Navîn eleqeder dike û ev tişt hate gotin: “Li Rojhilata Navîn şer û krîzên siyasî, bi milyonan mirov ji cihên wan kirine. Koçber li welatên ku lê bi cih bûne, bi mêtingerî, bêbawerî, nîjadperestî û cihêkariyê re rû bi rû hatine hiştin. Desthilatdariya li Tirkiyeyê jî, koçberan li dijî Ewropayê weke bazareke siyasî dibîne.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku koçberên li Tirkiyeyê, weke hêza karê nebiha tên dîtin û ev tişt hate bilêvkirin: “Ji bo dawî li mêtingehkirina keda koçberan were, divê mafê sendîka û sîgortayê yê hemû koçberan bê dayîn. Wezareta Xebitînê û patronên ku diparêze, divê dest ji mêtingehkirina koçberên ku di bin şert û mercên koletiyê de dixebitin, berdin.”
GEFA DERSÎNORKIRINÊ
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber gefa dersînorkirinê koçber mafê xwe naxwazin û jinên koçber jî ji ber heman sedemê li dijî tundiya zayendî, dengê xwe dernaxin.
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Ji ber êrîşên ku SMO li dijî qadên niştecihiyê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de pêk tînin, bi hezaran kes neçar man ku koçî qadên cuda yên herêma Rojava bikin. Berpirsyariya me hemûyan e ku em dengê koçberên li herêmê ragihînin û piştevaniya wan bikin.”
‘EM Ê BI KOÇBERAN RE MIL BI MIL TÊBIKOŞIN’
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku ji bo pêşî girtina li van binpêkirinên mafan, gavên şênber bên avêtin û wiha hate gotin, “Ji bo jiyaneke wekhev û azad, em ê bi koçberan re mil bi mil têbikoşin.”