ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Divê em hêza xwe bibînin’
Siyasetmedarên ku di lijneya HDK’ê de axivîn, peyama têkoşîna hevpar dan û gotin, “Divê em hêza xwe bibînin û bi cesaret bin.” -
Bayindir: Krîz bi fikrên Abdullah Ocalan çareser dibin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Fikrên Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn belav dibin. Krîzên li cîhanê tenê bi dikrên Birêz Ocalan dikarin bêne çareserkirin." -
Bakirhan: Divê fikrên Abdullah Ocalan bigihijin gelan
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, “Divê fikrên Birêz Ocalan bigihijin gelên Tirkiye, kedkar, heval û hevrêyan. Ji bo ji aliyê gelan ve encameke erênî bê wergirtin, zemîn û derfetek heye.” -
Civata Giştî ya HDK'ê: Bi têkoşîna gelan wê Abdullah Ocalan azad bibe
Hevbedevkê HDK'ê Cengîz Çîçek destnîşan kir ku Rêber Apo wê bi têkoşînê azad bibe û got, li welêt û herêmê pêwîstî bi HDK'ê heye. Hevbedevka HDK'ê Esengul Demîr jî got, Di her şert û mercî de wê li ber xwe bidin. -
Li Meletiyê bi pileya 4,2 erd hejiya
Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2 pileyê erd hejiya. -
ROJEVA 3'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Qirkirina siyasî: 4 kes hatin girtin
Ji kesên di operasyona qirkirina siyasî de hatine binçavkirin, 4 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistin” hatin girtin. -
Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo 8 kesên ku beriya 29 salan li Kerboranê piştî hatin binçavkirin salên dirêj hestiyên hin ji wan hatin dîtin, hatin ba hev. Ji 8 qurbaniyan, 3 kes zarok bûn. -
Qedexeya hevdîtina bi malbatê re dan Rêber Apo
‘Cezayekî disiplînê’ yê nû li Rêber Apo hate birîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re jî dan. -
‘Divê mîna Mandela ji Abdullah Ocalan re jî îqamet bê çêkirin û piştre bê berdan’
Hiqûqnas Ercan Kanar, da xuyakirin ku mafê hêviyê weke mafê herî bingehîn ê mirovan tê qebûlkirin û got, "Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û mîna Nelson Mandela ji Abdullah Ocalan re îqameteke bi şert û mercên guncav bên avakirin û piştre bê berdan." -
Hejmara 514’an a Serxwebûn derket
Di hejmara 514’an a rojnameya Serxwebûn de, Şerê Cîhanê yê 3’yemîn a ku navenda wê Rojhilata Navîn e, bi hemû aliyên xwe ve tê şîrovekirin. -
ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Di nobetên Aştiyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin
“Nobetên Aştiyê” yên ji hêla Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hatine destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir. Di Nobeda Aştiyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin. -
Cenazeyê gerîla Nûrşîn Bedir piştî 3 mehan hat wergirtin
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Nûrşîn Bedir (Rêgeş Qelqelî) ku di şerê 31'ê Tîrmehê li navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd bibû, piştî 3 mehan radestî malbatê hat kirin. -
ÎHD: Aştî divê ji keyfa desthilatdariyê re neyê hiştin
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan diyar kir ku divê aştî tenê ji keyfa desthilatdariyê re neyê hiştin û destnîşan kir ku civak divê di pêvajoya aştiyê bi aktîf rol bilîze. -
Serokwezîrê Iraqê li Stenbolê bi Erdogan re hevdîtin kir
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya El-Sudanî li Stenbolê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan re hevdîtin kir. -
Rapora YE'yê: Li Tirkiyeyê zext dewam dikin, Kurd dibin hedef
Yekîtiya Ewropayê di rapora Tirkiyeyê de nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da. Her wiha ragihand ku sûcên li dijî Kurdan dewam kiriye. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêber Apo ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye, malbatê serlêdan kir. Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî bi heman daxwazê serlêdan kirin. -
Ji ber ku poşmanî red kir, nehate berdan
Şehmûs Kalmaz ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tekîrdagê tê ragirtin, tevî ku 30 sal in girtî ye ji ber ferzkirina poşmaniyê nepejirand, nehat berdan. -
Parlamenterê Misrî Atîf Mexawerî: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Parlamenterê Misrê Atîf Mexawerî destnîşan kir ku divê Rêber Apo êdî azad bibe û dewleta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalogê bike. -
Mehmûd Meşhedanî bû serokê parlamentoya Iraqê
Nêzîkî salekê ye postê serokatiya parlamentoya Iraqê vala ye, duh bi şev parlamentoya Iraqê piştî du gerên dengdanê, Mehmûd Meşhedanî wek serokê nû yê parlamentoyê hilbijart. -
ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
37 baroyan bertek nîşanî desteserkirinê dan: Darbeya li dijî demokrasiyê ye
37 baroyan li dijî desteserkirina li Esenyûrtê daxuyanî dan û diyar kirin ev yek nenaskirina hiqûqê û derbeya li demokrasiyê ye. -
Berbijarên partiyên siyasî encamên hilbijartinên Başûr redkirin
Li Kelarê berbijarên partiyên siyasî encamên hilbijartina serdema şeşem a parlamentoya Herêma Kurdistanê red kirin û gotin: "Encamên vê hilbijartina serdema şeşem a parlamentoya Herêma Kurdistanê ne cihê baweriyê ne û em wan red dikin." -
Desteserkirina şaredariyê li gelek bajaran hat protestokirin
Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku li dijî desteserkirina îradeyê têkoşîna têkoşînê ye û ev bang hate kirin: “Divê em bibin yek û rejîma yek zilamî bişînin çola dîrokê.