11 kes ji ber bi Ahmet Ozer re bi telefonê axivîne hatin girtin
11 kesên ku bi hinceta bi telefonê bi Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku peywira wî hat desteserkirin û dîl hatiye girtin re axivîne, hatin girtin.
11 kesên ku bi hinceta bi telefonê bi Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku peywira wî hat desteserkirin û dîl hatiye girtin re axivîne, hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin de, di 13'ê Cotmehê de li Mêrsîn, Wan û Stenbolê di serdegirtina malan de siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de 17 kes hatibûn binçavkirin.
17 kes piştî îfadeya li dozgeriya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bi hinceta "Endamên rêxistinê ne" sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê hatin kirin
Dadgehê bi hinceta "Endamê rêxistinê ne" biryara girtina 11 kesan da û 6 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest berda. Ji aliyê din ve hat hînbûn ku sedema girtina 11 kesan ji ber bi telefonê bi Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku di encama lihevkirina bajêr hatibû hilbijartin geriyane, hatine girtin.
Di nava kesên hatin girtin de hevserokê DEM Partî yê Mêrsînê Reşat Aşan, Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrsînê Fatmagul Demîrtaş û Alattîn Erdogan, Selman Gunbat, Faîk Kaplan, hevserokê Konseya Bajarê Wanê Fîkret Dogan û hevserokê berê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Wanê Harûn Okay hene.