Li Meksîkayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin
Tora Piştevaniya bi Tevgera Jinan a Kurdistanê re ya li Meksîkayê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe nîşan da û peyama parastina Rojava da.
Tora Piştevaniya bi Tevgera Jinan a Kurdistanê re ya li Meksîkayê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe nîşan da û peyama parastina Rojava da.
Tora Piştevaniya bi Tevgera Jinan a Kurdistanê re ku li 5 eyaletên Meksîkayê navendên wê hene, têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Em piştgiriyê didin banga Tevgera Jinan a Kurdistanê ya xwedîderketin û parastina Şoreşa Jinan a li Rojava. Em Pergala Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser xakên Mezopotamyayê silav dikin. Li ser van xakên hatine rizgarkirin, gel û çandên cuda karîne di nava aştiyê de bi awayekî azad li bajar, bajarok û gundan modela pêkvejiyanê pêk bînin. Rojava ew der e ku hemû gelê li wê derê bi awayekî azad dijîn, akademiyên xwe ava kirine û bi awayekî kollektîf xweparastina xwe pêk anîne.’’
‘SIVÎL TÊN QETILKIRIN, DESTKETÎ HEDEF TÊN GIRTIN’
Di daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin:
‘’Em baş dizanin ku hem hêzên serdest ên Ewropayê û hem jî bloka Rûsya-Çînê dixwazin çavkaniyên van xakan di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bînin û girêdayî vê yekê li ser herêmê polîtîkayên qirêj tên meşandin. Ji bo jiholêrakirina destketiyên van xakan bi destê hêzên kirêt ên weke Tirkiye û Îsraîlê li hemberî gelên Kurd, Filîstîn û gelên din ên li herêmê êrîş pêk tên û tên qetilkirin.
Em bang dikin ku tavilê qirkirinên li ser gelê Filîstîn û gelê Kurd werin sekinandin. Her wiha bi heman hestan em bang dikin ku bila demildest qirkirinên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin sekinandin.
Em ji vir daxwaza azadî û jiyana serbixwe ya gelekî dikin ku ji bo me hêviyeke mezin e.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2015’an de ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Ji sala 2018’an ve ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî sîstematîk tê bombebarankirin. Bi komên çeteyan ên Îslamîst tim li hemberî xakên Rojava êrîşan pêk tînin.
Bi taybetî jî bi piştevaniya rêveberên NATO’yê li dijî nexweşxane, dibistan, qadên jiyanê yên sivîlan, navendên xizmeta gel, santralên ceyranê û depoyên genim êrîş hatine kirin.
Em dixwazin balê bikşînin ser van êrîşên ku Şoreşa Rojava dixin talûkeyê. Bi taybetî jî em dixwazin balê bikşînin ser rejîma HTŞ’ê ku li hemberî gelan û Têkoşîna Jinan a mezin dibe, talûkeyeke mezin e.’’