ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Siyasetmedar Zekî Akil anî ziman ku desthilatdariya Tirk dixwaze Rojava bi temamî ji holê rake û mîna ku li Efrînê kir, dixwaze 'paqijiya etnîkî' bike. Zekî Akil got, dewleta Tirk bi vî rengî li pêşiya serdema nû ya Sûriyeyê dibe astneg.

Wêne û bîranînên ku gerîla Loqman Dilşêr ji me re hişt, hebûna xwe ya bi Zagrosan re bûye yek, bi bîr dixîne. Dengê fermandar Loqman ji geliyên çiyayên Zagrosan digihêje dilê me. Nivîsa Egîd Şîrvan.

Li gel êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla berxwedana xwe dewam dike û bi çalakiyên xwe derbê lê dixe.