Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de derbarê Newroz, grevên birçîbûnê û çalakiyên fedaî yên li girtîgehan nirxandin hate kirin.
‘BI MILYONAN KESAN PEYAM DAN’
Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Pîrozbahiyên Newrozê bi girseyî pêk hat. Ligel ku zext û astengkirin hebû jî bi milyonan kesan berê xwe dan qadên Newrozê û peyamên zelal dan.
Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bersiv daye desthilatdariyê ya ku digot ‘Li ser vê axê cihê we tune’. Gelê Kurd diyar kiriye ku em bi hêvî ne û em dev ji têkoşîna xwe ya aştiyê bernadin. Di pîrozbahiyan de hatiye diyarkirin girseyê ji faşîzma AKP û MHP’ê re gotiye em li ber we stûyê xwe xwar nakin û diyar kirin ku di 31’ê Adarê de wê qeyûman bişînin cihê ku jê hatine. Bi dengekî bilind hatiye diyarkirin ku ew ê tecrîdê qebûl nekin û ew ê girêdayî nirxên xwe bin, ji ber vê jî em hemû gelê xwe re spas dikin.
‘GEL ÊDÎ SEBIR NAKE'
Li Îmraliyê li ser rêzdar Abdullah Ocalan 4 sal in tecrîdeke giran heye. Ji bo rakirina vê tecrîdê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Çalakiya Leyla Guven ketiye roja 139’an û li girtîgehan jî 101 roj derbas bûne.
Ev tecrîd 4 sal û 1460 roj in didome. Ev tecrîd li dijî zagon û peymannameyên navneteweyî ye yên ku Tirkiyeyê ew îmze kiriye.
Desthilatdarî, Wezareta Dadê û Wezareta Karê Navxweyî di nav de hemû rayedar bêdeng in û bê bêdengiya wan sebra mirovan teng dike.
Di 10 rojên dawîn de ji girtîgehan 4 cenaze derketine. 4 girtiyên siyasî ji bo protestokirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîne. Li Elmanyayê jî kesekî li hemberî tecrîdê xwe şewitandiye.
Em ne mirinê, berevajî wê jiyan û danjiyînê diparêzin. Em careke din diyar dikin ku sedema wê çi dibe bila bile, dawîlêanîna jiyana xwe ne rast e. Hemû têkoşîna me ev e ku bila tu kes nemirin û pirsgirêk çareser bibin û aştiya mayînde pêk were. Ji ber vê jî em bang li hemû kesan dikin ku bila ev çalakî pêk neyên. Werin em li dijî zilmê jiyanê biparêzin.
Cenazeyê girtiyên ku dawî li jiyana xwe tînin jî ji malbatan tên revandin û bêyî ku ji malbatê were pirsîn tên veşartin. Tişta sosret û hetiketî ev e ku hin wezîr pesnê vê polîtîkaya xwe didin.
‘BÊDENG NEMÎNIN’
Em careke din bang li raya giştî, hemû kesên xwedî wijdan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û sendîkayan dikin. Bêdeng nemînin. Ji bo ku tu kes ji jiyan û tendirustiya xwe nebe, piştgiriyê bidin hewldanên me. Ji bo ku tiştên neyînî pêk neyê dengê xwe bilind bikin.
Em bi hev re dikarin vê pêvajoyê derbas bikin. Divê li Îmraliyê hevdîtina parêzer û malbatê pêk were.
Em careke din bang li desthilatdariyê dikin. Mafê hiqûqî û zagonî asteng nekin û tecrîda girankirî ya 4 salan bi dawî bikin.”