YCÊ û YJCÊ: Bi serhildanê û berxwedanê em dagirkeriyê hilweşînin

YCÊ û YJCÊ bang li Ciwanên Êzidxanê û hemû ciwanan kir ku her qad û kolanê, bi çarçoveya pêngava Serî Hilde, bikin cihê berxwedanê. YCÊ û YJCÊ diyar kir, bi têkoşina ciwanan wê ‘'tecrîd bê şikandin, faşizm bê hilweşandin û Kurdistanê bê azad kirin’.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) daxuyaniyek hevpar dane raya giştî û diyar kirin, bi têkoşina ciwanan wê ‘tecrîd bê şikandin, faşizm bê hilweşandin û Kurdistanê bê azad kirin’. YCÊ û YJCÊ bang li Ciwanên Êzidxanê û hemû ciwanan kirin, ku her qad û kolanê, bi çarçoveya pêngavav Serî Hilde bikin cihê berxwedanê.

'DEWLETA TIRK JI HÊLA DERÛNÎ VE TÊK ÇÛYE'

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate gotin,“Wekî ku tê zanîn di vê pêvajoyê de xeta berxwedêrên zindanan daye pêşiya me xeta serkeftinê ye. Di dîrokê de tu pêşketin an jî merheleyek tuneye ku bêberdel çêbûne. Bi tecrîda li ser Serok Apo ya ku ji sala 2015’an heta roja me ya îro berdewam dike, dijminê me yê dagirker dixwaze destkeftiya gelê me ji holê rake. Ruxmê hemû plan û êrîşên wan a li ser Serok Apo jî, ew plan û êrîşê wan ji aliyê Serok APO ve bi berxwedaniyekî dîrokî hate pûçkirin. Xewn û xeyala dagirkeran dema ku pêk nehat, tecrîdê li ser Serok APO girantir kirin û bi wê re êrîşên dijwartir birin ser gelê me. Asta êrîşa xwe ji Bakurê Kurdistanê heta Şengalê, Bakur û Rojhilata Sûrî heta Başurê Kurdistanê bi şeklêkî bêsînor û hovane li ser gelê me zêdetir dikin. Li hin cihan dema ku derfetê dibîne bi şeklekî eşkere bi navê xwe êrîşan pêk tîne, dema ew derfeta wî çênabe jî bi şeklekî cuda ew êrîşên xwe pêk tîne. Ruxmî hemû êrîşên wan tu xwesteka wan pêk nehat û her çû rewşa wî ber bi binketinekî dirokî ve diçe. Êdî asta binketina dewleta faşîst a Tirk gihiştiye asteke wiha ku ji hêla derûnî ve nema bi xwe bawer e. Ji bo xwe ji wê deruniye xelas bike, armanc dike ku bi êrîşekî pir xurt ji xwe re dêriyekî veke, da ku bêhnê bistîne. Lê belê sekn û têkoşîna gelê me li tu cihî derfata serkeftinê nade dagirkeran. Ew têkoşîn û sekn çavkaniya xwe di serî de ji Serok APO û şehîdan digre.”

'ZULKUF, AYTEN, UGUR, ZEHRA, MEDYA XETA SERKEFTINÊ NÎŞANÎ ME DAN'

Di daxuyaniya hevpar de ya YCÊ û YJCÊ'yê de berxwedana greva birçîbûnê û çalakiyên fedaî yên Ugur Şakar û yên li zindanan yên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar hate bibîrxistin û hate gotin, ''bi çalakiyên xwe yên pîroz ferman dane me û xeta serkeftinê bi awayekî eşkere nîşan dan:

''Yek ji qada têkoşinekî pir dijwar jî qada zindanê ye. Berxwedana zindanan bi pêşengtiya Leyla Guven, bi çalakiya greva birçîbûnê re derbasî merheleyake nû bû, çar meh li pey xwe hişt û her diçe bi xurtir berdewam dike û bilav dibe. Çawa ku piştî 12’ê Îlonê di serî de li zindana Amedê xwestin di şexsê pêşengê PKK’ê de serî bi hemû civakê bidin tewandin û lê ew planê wan bi pêşengtiya kadroyên PKK’ê bi berxwedanekî dirokî hate pûç kirin û bû hêviya azadiyê û ew têkoşîn ji bo destkeftiyên roja me ya îro bû bingehekî pir mezin yê şoreşê. Pêşengê mezin û Kawayê hemdem Mazlum Dogan bi gotina xweyî dirokî; “pasîfîzm binketinê, teslîmbûyîn xiyanetê, berxwedan jî serkeftinê bi xwe re tîne” re, pênase û perspektîfa azadiyê da me hemûyan. Roja me ya îro de berxwedêrên zindanan ku bi navê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ugur Şakar, Zehra Saglam û Medya Çinar bi çalakiyên xwe yên canbexşene û bi çalakiyên xwe yên pîroz fermanda dane me û xeta serkeftinê bi awayekî eşkere nîşan dan. Têkoşîna li qada zindana diyar dike ku xeta serkeftinê bi têkoşînekî xwedî sekn û helwest dibe. Ciwanên Êzidxanê pêwîst e bi vê seknê xwedî li şehîdên zindanan derkevin û têkoşîna wan serfiraz bikin.''

BERXWEDANÊN ZINDAN HÊZA KU ME JI FERMANAN RIZGAR KIR DERXIST HOLÊ

Di daxuyaniyê de herî dawî bang li ciwanên Êzîdî hate kirin ku bi çarçoweya pêngava Serî Hilde li dijî dagirkeriyê bibin pêşengê ciakê û dakevin qadan.

Daxuyanî wiha hate qedandin: 

''Em ji ciwanên Êzidî jî ruxmê 73 fermanan, me serê xwe ji dagirkeran re netewand û hebûna xwe parast. Îro jî gelê me bi talokeyê re rûbirû ne. Ji bo talokeya li ser civaka me ji holê rabe pêwîst e asta têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin û li kûderê dibe bila bibe, pêwîst e her ciwanê Êzidî vê rastiyê tu carî ji bîr neke. Heger berxwedana zindana Amedê nebûna hêzekî ku me ji fermana 73’yan xelas bike jî çênedibû. Ew hêz xwe gihand xwişk û birayên me yên ku dibin esareta DAIŞ’ê de bûn, ew bi têkoşîneke pir bi heybet rizgar kirin û dîsa vegerandin ser axa pîroz a Êzidxanê. Em jî pêwîst e bi wê zanebûnê her qad û kolana ku em lê hene, bi çarçoveya pêngava Serî Hilde bikin cihê berxwedanê û li hemberî dagirkerî xwe bikin pêşengê civakê, dakevin qadan û dagirkerî bin bixin.

Tenê bi têkoşinekî mezin em dikarin “Tecridê bişkînin , faşizmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin.”