ROJEVA 27'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Adara 2019'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê darê wê were şopandin.
- Xwişka Şehîd Devrîm Sîpan Edîbe Doner got, her dengekî ji AKP'ê re bê dayin wê bibe fîşekek û li Kurdan bikeve. Doner diyar kir, divê Kurd bi vê yekê zanibin û li gorî vê tevbigerin.
- Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Tetwanê Serap Çakmak Genç anî ziman, gelê Tetwanê ew bi coşeke mezin pêşwazî kiriye.
- Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Bagcilar a Stenbolê Huda Kaya diyar kir, divê berdêlên di grevên birçîbûnê de tên dayin werin fêhmkirin û bang kir. Dayika Aştiyê Kûmrû Akgul jî destnîşan kir, ku pêwîste pêşî li vê faşîzmê bê girtin û got, "Her roj cenazeyekî didin me. Qedera me Kurdan ev nîne." Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ayşe Berktay jî got, ji bo Leyla û hevrêyên wê bijîn divê têkoşîn bê mezinkirin.
- Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî bal kişand ser karakterê desthilatdariyê û diyar kir, ên tecrîdkirî ne tenê Kurd in û got, tecrîd zext û zordariyek e li ser gelan hemûyan.
- Reşat Aşan, di salên 90'î de dema ku neçar hate hiştin ji gundê xwe derkeve hîn 13 salî bû. Aşan niha namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Akdenîzê ye.
- Polîsên bajarê Munchenê yê Elmanyayê ku nikare xwe li sembolên Kurdan rabigirin, vê carê jî pankarta ji wêneyê Mazlûm Dogan ji xwe re kirin bahane û dest bi lêpirsînê kirin.
- Endamên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê fikarên xwe yên li ser hilbijartinên xwecihî yên roja Yekşemê anîn ziman û diyar kirin, gelê Kurd wê xwedî li îradeya xwe derkeve û dengê xwe bide HDP'ê.