Parlamentera YE'yê Bjork: HDP wê Erdogan qels bike

Parlamentera Yekîtiya Ewropayê Malîn Bjork got, HDP wê di hilbijartinê de bi ser bikeve û Erdogan qels bike. Bjork her wiha got, Ewropa divê derbarê grevên birçîbûnê tevbigere.

Parlamentera Yekîtiya Ewropayê ya Partiya Çep a Swêdê Malîn Bjork got, li gel hemû zext û êrîşên AKP'ê jî HDP di hilbijartinan de wê bi ser bikeve.

Bjork ji ANF'ê re axivî û got, "Di rewşeke wiha de ku bi hezaran siyasetmedar hatine girtin, çapemenî hatiye girtin û li ser civaka sivîl zexta Erdogan heye, mirov nikare behsa hilbijartineke dadmend bike" û bi domdarî diyar kir li gel hemû astengiyan jî HDP li Kurdistanê û CHP jî li nava Tirkan wê bi ser bikevin û Erdogan qels bikin.

Bjork rexne li Yekîtiya Ewropayê anî ji ber ku li ser binpêkirina maf û azadiyan a li Tirkiyeyê helwesteke xurt nîşan nade. Bjork got, ji bo ku zextê li ser Tirkiyeyê bikin divê peymana penaberan were betalkirin û got, heke Yekîtiya Ewropa vê bike ji bo pêkhatina reformên demokratîk û berdana girtiyên siyasî derfet zêdetir dibin.

'HEMÛ PARTÎ DIVÊ PIŞTEVANÊ KURDAN BIN'

Bjork bi berdewamî rexne li wan partiyan anî ku li bara binpêkirina mafan û êrîşên li ser Kurdan ên li Tirkiyeyê dengê xwe dernaxînin û got, divê hemû partî piştevanê Kurdan bin.

Bjork diyar kir, di navbeyna partiyên çep û Kurdan û gelên din ên çewisandî de têkiliyên baş hene û got, divê li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo azadiyê, aştiyê û mafê mirovan ne tenê bi berpirsyariya partiyên çep be û hemû partî divê destekê bidine vê têkoşînê.

'JI BO GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DIVÊ EM TEVBIGERIN'

Bjork her wiha grevên birçîbûnê yên bi mebesta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Di rewşeke wiha de ku li ser jiyana mirovan gef hene hemû hêzên dilxwazên mafê mirovan û aştiyê divê tevbigerin."

'NIKARIN DEST LI ROJAVA BIDIN'

Li ser gefên Erdogan û dewleta Tirk ên li ser Rojava û hewldana dagirkirina Rojava Bjork got, "Nikarin dest li Rajava bidin. Ev sînorê me ye. Heke vê bikin wê encamên bazirganî û aborî ragirin. Yekîtiya Ewropa li ser mijara Rojava divê bi helwesteke zelal be. Tirkiye her wiha endamê NATO'yê ye. Divê koalîsyona dijî DAÎŞ'ê bi helwesteke hevpar be."