TJA'yê li dijî êrîşên faşîst banga berxwedanê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkilî çalakiyên fedaî yên li girtîgehan daxuyaniyek da, banga li hemû dilxwazên aştiyê kir ku tecrîdê bişkînin û li dijî êrîşên faşîst li ber xwe bidin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkilî çalakiyên fedaî yên li girtîgehan daxuyaniyek da, banga li hemû dilxwazên aştiyê kir ku tecrîdê bişkînin û li dijî êrîşên faşîst li ber xwe bidin.
Di daxuyaniyê de grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bi bîr xistin, hate gotin grevên birçîbûnê hatine ber rewşeke krîtîk û hate gotin li dijî rejîma êşknceyê ya li Imraliyê ya li ser Ocalan girtiyên bi navê Ayten, Zehra û Medya çalakiyên fedaî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Hevrêyên me Ayten, Zehra û Medya bi çalakiyên ku kirine bûne yek ji pêşengên jin ên têkoşîna azadiyê, bi baweriya xwe û wêrekiya xwe zilma faşîzma AKP-MHP'ê û rûyê yê wan ê dilneşewat careke dî teşhîr kirine.''
TJA'yê li dijî revandina cenazeyên Ayten, Zehra û Medya yên ku çalakiyên fedaî li zindana kirin, helwest nîşan da û got, ''Ji hêla polîs û jandarmayan ve bi rengekî korsanî revandina cenazeyan a ji malbatan, nîşan dide ku faşîzma AKP-MHP'ê çi qasî ji berxwedêrên ku bûne qêrîna berxwedanê ditirse.''
TJA'yê bi domarî got, ''Li dijî van êrîşên faşîst, di şexsê Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan de ku di serî de hêviya jiyanê ya gelên Tirkiyê û gelên Rojhilata Navîn e, em ê xwe ji şikandina tecrîdê nedin paş û tim jiyana bi hev re bixwazin.
Bi vê çarçoweyê di serî de jin, em bang li hemû derdorên dilxwazê aştiyê dikin ku tecrîdê bişkînin û li dijî van êrîşên faşîst li ber xwe bidin, bi biryardariya serkeftinê, di serî de bibin dengê pêşenga berxwedanê Leyla Guven û hemû berxwedêran.''