Heyeta Şopandina Grevan: Rewş giran e, divê tecrîd bi dawî bibe

Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê bi girtiyên di greva birçîbûnê de ne hevdîtin kir û raporek amade kir. Heyetê xwest, tavilê dawî li tecrîdê bê anîn.

Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê, li ser grevên birçîbûnê yên Leyla Guven û berxwedêrên li zindanan raporek amade kir. Rapor li avahiya ÎHD'ê Şaxê Stenbolê hate eşkerekirin. Di civîna çapemeniyê de ku Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen jî amade bû, daxuyanî ji aliyê Seroka ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî ve hate xwendin.

'HER KU HIKUMET GAVÊ NAAVÊJE MIROV BÊHTIR NÊZÎ MIRINÊ DIBIN!'

Yolerî diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Guven û çalakgerên ku berî 1'ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kirin di asta krîtîk de ye û got, ji ber ku hikumet ji bo çareseriyê gavê naavêje girtî ji bo dengê xwe bidin bihîstin û encamê werbigirin serî li şêweyên cuda yên çalakiyan dibin. Yolerî çalakiyên canbexşane yên Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar bi bîr xist û got, "Wezareta Edaletê hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkê hîn jî bê bersiv dihêle, pirsgirêkê ji nedîtî ve tê û tenê li mirina girtiyan temaşe dike."

'KRÎZA ÎNSANÎ'

Yolerî asta heyî weke 'krîza însanî' bi nav kir û anî ziman, tecrîdkirina Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkaya giştî ya tecrîdê rê li ber krîza însanî vekir.

Yolerî diyar kir, Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ji destpêkê ve vê pêvajoyê dişopîne û got, "Me xwest girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji aliyê heyetên serbixwe ve bên dîtin û ji bo kes jiyana xwe ji dest nede pirsgirêk bê çareserkirin. Lê belê rewşa heyî gihîşte asteke ku nikare bê kontrolkirin û her roj agahiya mirina mirovan ji girtîgehan tê. Bi navê pêkhateyên heyeta şopandinê ku ji bo dawî li tecrîda li girtîgehan bê anîn bi rengekî topyekûn têdikoşe, em dibêjin; têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîneke demdirêj e, mafê jiyanê mafekî pîroz e û bang dikin, çalakiyên ku dawî li mafê jiyanê tîne neyên kirin."

Piştî daxuyaniya Yolerî, endamê Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Mûrat Ekmez rapor eşkere kir. Ekmez li ser rewşa krîtîk a tenduristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê agahî da.

FÎNCANCI: REWŞ GELEKÎ GIRAN E

Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci piştî xwendina raporê axivî. Fîncanci diyar kir, rewş gelekî giran e û diyar kir, rewşa li girtîgehan ji meha Kanûnê ve roj bi roj dijwar bûye.

Fîncanci destnîşan kir, Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde xwedî tecrûbeya grevên birçîbûnê ye û got, "Eşkere ye ku divê çi bê kirin. Doktor hewl didin vê yekê timî ragihînin. Lê bi cih nayên anîn. Mînak; karbonat li hin deveran nayên peydakirin. Tê ragihandin, vîtamîna B12 divê piştî roja 60'î neyê dayin. Ti ji van di nava agahiyên rênîşa me de nîne. Bi taybetî dema ku B1 nayê dayin xisareke mezin û zû li sinir dike. Ji ber vê yekê em girîng dibînin ku vîtamîna B1 bê bikaranîn. Ji xwe di Danezana Maltayê ya Yekîtiya Tabîban a Dinyayê de pêşniyara ji bo bikaranîna vîtamîna B1 hate bicihkirin."

'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'

Fîncanci diyar kir, greva birçîbûnê rêbazeke ku mirovên dengê wan nayê bihîstin dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û got, "Mixabin derbasî qonaxeke din bû. Mirov êdî dawî li jiyana xwe tînin, bi temamî dest ji bedena xwe, dest ji jiyana xw berdidin. Divê em zanibin ku jiyan gelekî hêja ye. Em doktor, her tim alîgirê jiyanê ne. Lê belê em zanibin, destwerdana li biryara wan pêkanîneke doktoriya patrîarkal û baviksalarî ye. Lewma em neçar in di her şert û mercî de hurmetê nîşanî tercîha wan bidin. Ya ku em dikarin bikin, qet nebe nehêlin ku mirov seqet nemînin, mirov nemirin. Der barê mirovên dawî li jiyana xwe tînin jî divê em fêhm bikin bê çima dikevin nava hewldaneke wiha û wan sedeman ji holê rakin. Lewma divê dawî li tecrîdê bê anîn. Divê em êşkenceya li girtîgehan ji holê rakin ku mirov nemirin, mirov biryara mirinê nedin. Divê em bibin dengê wan."

Fîncanci xwest, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji aliyê heyetên serbixwe yên doktoran û çavdêran ve were şopandin.