Malbatên girtiyan: Divê daxwaz bên pejirandin
Destûr nedan ku malbatên berxwedêrên di greva birçîbûnê de bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bînin. Malbatan dan zanîn ku heta tecrîd ranebe wê li ber wezaretê çalakiya rûniştinê pêk bînin.
Destûr nedan ku malbatên berxwedêrên di greva birçîbûnê de bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bînin. Malbatan dan zanîn ku heta tecrîd ranebe wê li ber wezaretê çalakiya rûniştinê pêk bînin.
Malbatên berxwedêrên ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketî greva birçîbûnê, çûn Enqereyê û xwestin bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bînin. Lê belê bi hinceta ku randevuya wan nîne, nehiştin hevdîtinê pêk bînin. Malbatên ku wê îro jî biçin ber avahiya Wezareta Dadê ku Dayikên Aştiyê jî di nav de ne, beriya wê li avahiya Komalaya Mafê Mirovan (İHD) a Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê dan.
‘HETA KU DAXWAZÊN ME PÊK BÊN EM Ê DEV JÊ BERNADIN'
Xwişka Yuksel Koç, Cahîde Yildirim axivî û diyar kir ku birayê wê 101 roj in li Fransayê di greva birçîbûnê de ye û daxwaza wan tenê ew e ku tecrîd bê rakirin, dema tecrît bê rakirin wê grevên birçîbûnê biqedin.
Koç wiha got, “Ev du roj in em dixwazin bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin. Lê belê bi hinceta ku randevuya me nîne e destûr nedan. Zarokên me her roj li ber çavên me dihelin. Divê dewlet dengê berxwedêran bibîhîse. Heta tecrîd ranebe em ê jî ji bo xizmên xwe, dengê xwe bilind bikin. Her tiştî dikin qurbana hilibjartinê. Hilbijartin ji canê însanann ne pîroztir û hêjatir e. 5 kesan di zindanê de çalakiyên fedaî pêk anî, ev çalakî li hemberî bêdengiya dewletê pêk hatin. Ev edaleteke çawane?”
'REWŞ KRÎTÎK E; DIVÊ TECRÎT DEMILDEST RABE'
Dayika Newroz Bozkurt a 21 sal in di girtîgehê de Sultan Bozkurt jî diyar kir, “Keça min ji 8’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye û ji 1’ê Adarê û pê de jî 7 hezaran girtiyên azadiyê ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Berxwedanên bi pêşengiya Leyla Guvenê destpê kirî ketiye rewşeke krîtîk. Divê tecrîd rabe. Heke daxwazên berxwedarên pêk neyên, wê cenazeyên zarokên me ji zindanê derkevin. Dema nemaye. Divê dengê zarokên me bên bihîstin. Dibêjin bila bimirin, em qebûl nakin.”
BANG LI CPT'Ê KIRIN
Sakîne Goregen a kurê wê di girtîgeha Maltepeyê de ketî greva birçîbûnê jî diyra kir ku divê demildest tecrîd rabe û bang li CPT'ê kir ku bikeve tevgerê.
Munube Koç a birayê wê li girtîgeha Fanosê di greva birçîbûnê de jî, bal kişand ser rewşa berxwedêrên zindanê û got, “Rewaş berxwedêran krîtîk e. Divê dengê zarokên me bê bihîstin. Zarokên me çalakiyên fedaî dikin. Divê Wezareta Dadê bi me re hevdîtinê bike. Em ji bo hevdîtinê çûn lê belê polîsan dora me pêça nehişt em xwe tevbidin. Ev bi serê xwe tecrîd e. Êdî tecrîd li her derê ye.”
Piştî daxuyaniyê wê malbat dîsa ji bo hevdîtina bi wezareta dadê re serlêdan bikin.