TOHAV’ê banga lezgîn li CPT û NY kir
TOHAV’ê ji bo grevên birçîbûnê û tecrîdê banga lezgîn li CPT û NY kir û got “Werin Tirkiyeyê.”
TOHAV’ê ji bo grevên birçîbûnê û tecrîdê banga lezgîn li CPT û NY kir û got “Werin Tirkiyeyê.”
Weqfa Lêgerîna Hiqûq û Civakê (TOHAV) banga lezgîn li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence ya Ewropa (CPT), Netewên Yekbûyî (NY) û Raportorê Taybet ê Êşkenceyê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Têkildarî erka we em bang li we dikin ku li gorî Peymanên Neteweyên Yekbûyî û Peymana Pêşîlêgirtina Êşkence ya Ewropayê ku hûn aligirên wê ne, li dijî pêkanînên meqamên Tirkiyeyê berpirsyariya xwe pêk bînin. Bi armanca pêşîlêgirtina êşkence û mûameleya xirab em demildest we vedixwînin Tirkiyeyê û serdana welat bikin.”
HIŞYARIYA ‘QONAXA KRITÎK’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan di qonaxa kritîk de ye. Hate diyarkirin ku li girtîgehan piştî grevên birçîbûnê êşkence û muameleya xirab li girtiyan tê kirin.
‘ÊŞKENCE Û MIRIN HEYE’
Di bangê de hate diyarkirin ku li ser xizmên girtiyên di grevê de muameleya xirab û êşkence tê kirin. Hate gotin ku gefa mudaxeleya zorê li girtiyan tê kirin û bal hate kişandin li ser çalakiyên fedayî yên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar yên li dijî tecrîdê li dar xistine.
‘DIVÊ HÛN BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 800 serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye red kirin û Ocalan 20 sal in nikare mafê xwe yê telefonê bi kar bîne, daxuyanî wiha didome;
“Têkildarî binpêkirinên mafan û mafê tendurisityê ya girtiyên di greva birçîbûnê de fikarên cidî hene. Divê bi teqez êşkence û şêweyê muameleya xirab werin qedexekirin. Delegasyon û komîteyên xweser ji bo serdana Girtîgeha Îmralî û girtîgehên li Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û bi Wezareta Edalet û meqamên din re têkiliyan deynin. Ev mijareke lezgîn e û divê demildest bersiveke erênî were dayîn.”