Mêrsînî li dijî AKP'ê diçine ser sendoqan

Wiha xuya dike ku Mêrsînî 31'ê Adare di hilbijartina xwecih de vê carê wê dengê xwe bidin navên nû.

Mêrsîn yek ji wan bajaran e ku piştî salên 90'î, piştî ku dewleta Tirk gundên Kurdistanê şewitandin û vala kirin gelek Kurdan berê xwe dayê. Li gel Yoruk, Elewî, Ereb, Siniyan û Kurdan Mêrsîn bû xwedî nasnameyeke kozmopolît.

PIRSGIRÊKA BÊKARIYÊ ZÊDE YE

Me têkilî rêveberên xwecih û berê pirsên xwe dane Mêrsîniyan.

Îpek Pozcu dibêje li Mêrsînê pirsgirêke sereke û ya mezin bêkarî ye, rêveber li ser vê mijarê sozên ku dane bi cih neanînE. Pozcu dibêje, ''Li gel pirsgirêka bêkariyê her wiha pirsgirêka me ya balafirxaneyê jî mezin e. Ev der bajarekî mezin û pêşketî ye lê her carê ji ber balafirxaneyê em hewceyî Edenê dibin. Yek ji pirsgirêka me ya dî jî turîzm e. ''

'KRÎZA MEZIN A ABORÎ HEYE'

Pozcu bi domdarî balê dikişîne ser krîza aboriyê û dibeje, ''Her çendî bibÊjin krîz tine jî krîzeke mezin a aborî li Tirkiyê daye. Ji bo ku rewşa aborî baş bibe pêşî ev hikûmet û rêveber divê bi gel re li hev hatî bin.''

Kivanç Îlen jî dibêje pirsgirêkên li Mêrsînê yên tevahiya welêt in û didomîne, ji ber ku li Mêrsînê li her navçeyê şaredarî ketine destê partiyên cuda, vê pirsgirêka ku nebin yek bi xwe re anîye, berê, beriya  hilbijartinê şaredariya gelek xabat dikirin lê niha tiştekî wiha tine.

'LI AKDENÎZÊ DENGÊ MIN JI HDP'Ê RE, ŞARERDARIYA MEZIN JI CHP'Ê RE'

Îlen got ew ê li Akdenîzê bide HDP'ê, ya bajarê mezin jî bide CHP'ê û got, ''Kî jî were hilbijartin divê cudahiya partiyan û kesan kene û xizmetê ji gel re bike. Divê qadên kar werin avakirin. Piştre divê em li hev rûnin be ka ji bo Mêrsînê em dikarin çi bikn.''

Kulîlkfiroş Kamûran Kesen jî got, ''Em rêveberên ku tenê dema hilbijartinê li deriyê gel dixin naxwazin. Kesê ku dibêje ez yê vê xakê me divê ji bo bir bixebite, tiştinan bike.''

Salîha Esnek jî gazin ji bihabûna bazaran kikr û got, ''Ev der bûye girêka pirsgirêkan. Ka ji xwe re li van rêya binerin. Çêdikin lê malzemeyên riziyayî bi kar tînin. Çi dema ku baran dibare cihê bazarê dikeve vê rewşê. Rê dibine konçal.''