‘Heta niha li Pozantiyê xizmet nehatiye kirin’

Namzedê hevşaredariya Pozantiyê yê HDP’ê Emrah Kaplan, diyar kir ku heta niha li Pozantiyê ti xizmet nehatiye kirin û got, “Heke gelê me şens bide me em ê bikin.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek navçeyên Edeneyê namzetên hevşaredariyan nîşan nedan û diyar kir ku wê piştgirî bidin namzetên Platforma Demokratîk. Lewre li Edeneyê HDP’ê tenê li 4 navçeyan namzet nîşan dane û li navçeyên din jî ji bo Endametiya Meclîsê ya Partiyê xebatan dimeşîne. Yek ji navçeya ku HDP’ê namzet lê nîşan dayî Pozanti ye. Emrah Kaplan, ê namzetê HDP’ê yê Pozantiyê di derbarê projeyên xwe de wiha axivî. 

Kaplan, eslê xwe ji Şirnexê ye û malbata Kakplan jî weke gleke malbatên Kurd neçar hatiye hiştin ku ji warê xwe koçber bibe û bê metropolên Tirkiyê. Lewre Kaplan, li Edeneyê ji dayik bûye û li vir mezin bûye.

‘DIVÊ POLÎTÎKAYA COTKARÎ Û SEWALKARIYÊ BÊ PÊŞXISTIN’

Kaplan ê ku niha li Taxa Hurriyetê Berdevkê Komîsyonê ye got, “Ev nêzî 12 sal in em di nava partiyê de xebatan dimeşînin. Em ji kevneşopiya malbateke welatparêz tên. Em her tim li gel partiya xwe bûn û mil bi mil meşiyan. Gelê Kurd, ji bo destkeftiyên xwe yên heyî gelek bedel dan. Niha ji bo parastina wan destkeftiyan divê em gelek bixebitin. Ez ji bo wê bûm namzet. A niha jî em di nav lêgerîna ka ‘em ê çawa xizmetê ji Pozantiyê re bikin, em dikarin çi bikin’ de ne.”

Kaplan bal kişand ser asûna dewlemend a navçeyê jî û wiha pêde çû, “Ji bo ku li vê navçeya me zêde berf dibare, em bawer dikin ku em ê bikaribin qadeke ji bo turîzma berfê li vir vekin. Pozanti ji hêla xwezaya xwe ve gelek dewlemend e lê belê heta niha xizmeta heq kirî nehatiye kirin. Em dififikirin ku li Pozantiyê ku aboriya wê piranî li ser cotkarî û sewalkariyê ye, qadên nû yên modern ên debarê vekin. Divê li gorî reseniya li vê derê polîtîkayeke cotkarî û sewalkariyê bê pêkanîn. Em ji bo vê xizmetê bikin bûne namzet.”