Fransayê derbarê ‘dadgeha navneteweyî’ ya li Rojava daxuyanî da

Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê werin darizandin bang kiribû. Piştî vê bangê nerazîbûn hatin.

Fransayê ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî sersar tevdigere. Berdevkekî Wezareta Karê Derve got ku “Avakirina dadgeheke navneteweyî ya taybet operasyoneke tevlihev e. Ji bo ku têkeve pratîkê dijwariyên wê yên hiqûqê hene.”

Li gorî AFP’ê berdevk gotiye ku “Çeteyên DAÎŞ’ê li ku derê sûc kiribûn, Fransa dixwaze ew li wê derê werin darizandin. Ev him problemeke edalet û him jî ya ewlehiyê ye.”

DYE jî naxwaze avakirina vê dadgehê têxe rojeva xwe. Nûnerê Taybet ê DYE’yê James Jeffrey got ku “Di vê qonaxê de em li ser vî tiştî nasekinin. Em dixwazin ku her welat hemwelatiyên xwe bigirin cem xwe.”

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Luqman Ehmê jî di 25’ê Adarê de daxuyaniyek dabû û ji bo ku xwelî li berpirsyarên xwe derkevin bang li civaka navneteweyî kiribû.

Ehmê gotibû ku “Bi taybetî divê her welat çeteyên DAÎŞ’ê yên ku hemwelatiyên wan e, hemwelatiyên xwe bigirin cem xwe. Lê mixabin ji bo vî tiştî hê tu gav nehatiye avêtin.”

Ehmê diyar kir ku ji bo çeteyên DAÎŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin darizandin divê li herêmê dadgeheke navneteweyî were lidarxistin û got ku “Li cihê ku sûc hatiye kirin divê dadgeh were avakirin. Heke wisa be, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de darizandinek dikare pêk were.”