Dr. Gulşen: Rewşa tenduristiyê ya çalakgeran krîtîk e
Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir, rewşa tenduristiyê ya çalakgerên li Strasbourgê giran bûye û divê daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin.
Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir, rewşa tenduristiyê ya çalakgerên li Strasbourgê giran bûye û divê daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin.
Doktorên ku rewşa tenduristiyê ya 14 berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê dişopînin, hişyariyê didin û dibêjin, di her kêliyê de dibe ku krîz û koma rû bide û ew dest li vê rewşê werbidin jî dibe ku dereng bikevin.
Dr. Fahrettîn Gulşen li ser rewşa dawî ya tenduristiya çalakgeran ku 100 roj in di greva birçîbûnê de ye agahî da. Dr. Gulşen anî ziman, hin pirsgirêkên ku beriya niha bal kişandibûn ser wan êdî hîn bi cidî tên dîtin.
DOKTOR BI ŞEV Û ROJ NOBEDÊ DIGIRIN
Dr. Gulşen diyar kir, ji ber qelsbûna beden dibe ku pirsgirêkên mîna krîzên dil bêhtir rû bidin û got, "Em êdî heta sibehan ranazên." Dr. Gulşen anî ziman ew 2 doktor rewşa çalakgeran dişopînin û bi dorveger nobedê digirin.
Dr. Gulşen got, "Em her du doktor bi dorvegerî heta sibehan li ber hevalan e. Ji ber ku pirsgirêkeke giran a bêxewiyê heye çalakger nikarin heta sibehan razên. Tevî pirsgirêkên din ên tenduristiyê, bêxewî bûye pirsgirêkeke giran. Ji ber vê yekê jî timî bêhal in û zehmetiyan dikişînin."
KOMPLÎKASYONA LI ORGANÊN HUNDIRÎN RÊ LI BER TIRS Û FIKARAN VEDIKE
Dr. Gulşen bal kişand ser pirsgirêkên li mîde û roviyên çalakgeran ku xwîn dibin û anî ziman ku ev yek gelekî wan ditirsîne. Dr. Gulşen diyar kir, xerabûna fonksiyonê gurçikê jî wan dixe nava tirs û fikaran û ragihand, pirsgirêkên mîde, rovî, gurçik û dil wê êdî hîn bêhtir rû bidin.
Dr. Gulşen diyar kir, ji ber ku çalakger tedawiyê red dikin ew nikarin tedbîran werbigirin.
'EM NIKARIN MUDAXELE BIKIN, BIKIN JÎ DIBE KU EM NIKARIBIN WAN RIZGAR BIKIN'
Dr. Gulşen bi bîr xist, dema ku çalakger ji ser hişê xwe çûn, ketin koma ya jî krîzê wê demê dikarin mudaxele bikin û got, "Em di wê demê de mudaxele bikin jî nikarin bêjin ku em ê karibin wan rizgar bikin an nekin. Di dema mudaxeleyê de pêkane ku çalakger nikaribe bê rizgarkirin."
Dr. Gulşen destnîşan kir, di vê qonaxê de divê êdî civak rêyekê bibîne û pêşî li vê rewşê bigire û got, "Jiyana çalakgeran di rewşeke metirsîdar de ye. Di her kêliyê de dibe ku bikevin krîzê ya jî komayê."